Ebdulmehdî ji Trump daxwaz dike, ji axaftinên xwe vegere

Adil Ebdulmehdî daxwaz ji Serokê Amerîka dike, ji axaftinên xwe yên vê dawiyê derbarê hebûna hêzên xwe li Iraqê vegere û red jî kir, ku ti bingeheke serbazî ya Amerîka li Iraqê hebe

K24 – Navenda Nûçeyan

Adil Ebdulmehdî daxwaz ji Serokê Amerîka dike, ji axaftinên xwe yên vê dawiyê derbarê hebûna hêzên xwe li Iraqê vegere û red jî kir, ku ti bingeheke serbazî ya Amerîka li Iraqê hebe.

Serokwezîrê Iraqê di kongreya xwe ya rojnamevanî ya heftane de got, ew bikaranîna xaka Îraqê ji aliyê her welatekî ve red dikin û daxwaz ji Trump kir, ji axaftinên xwe vegere.

Adil Ebdulmehdî eşkere jî kir, tişta li Îraqê heye ne binkehên serbazî ye, lê hejmareke rahêner di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ye û tekez kir, ew di wê derbarê de di gel Amerîka nakok in û axaftinên Trump bê mifa ne û divê jê vegere.

Beriya çend rojan Serokê Amerîka ragihandibû, ew dê hêzên xwe ji bo çavdêriya Îranê li Iraqê bihêlin.

 

 

C.B