Çavuşoglu bi 4 daxwazan diçe Washingtonê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu îro serdana Washingtonê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu îro serdana Washingtonê dike.

Çavuşoglu li Waşîngtonê dê beşdarî civîna Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bibe. Tê pêşbînîkirin Çavuşoglu digel hevpostê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo kom bibe û pirsa avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê gotûbêj bikin.

4 daxwazên Tirkiyê hene, divê YPG nemîne û çekên di destê wê de werin standin. Divê herêma ewle di bin kontrola Tirkiyê de ava bibe. Divê rêkeftina Minbicê were cîbicêkirin û çarenûsa bingehên leşkerî yên Amerîkayê ya li Sûriyê were diyarkirin.

Piştî biryara Serokê Amerîka ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, got ewê herêma ewle li bakurê Sûriyê bi kûrahiya 20 Mile (32 K.M) ava bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di dawî daxuyaniya xwe de got, ew derveyî devera ewle ya di bin kontrola Tirkiyê de tu planek qebûl nakin û eger heta çend hefteyan YPG ji Minbicê neye derxistin, ew dê dest bicîhkirina planên xwe bikin û operasyon encam bidin.

 

S. B