Li 11 gundên Licê û Hênê qedexe hate ragihandin

Li 17 gundên bi ser bajarokên Licê û Pasurê hate rakirin, lê ji aliyekî din ve jî li 11 gundên din ên Licê û Hênê qedexe hate ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 17 gundên bi ser bajarokên Licê û Pasurê hate rakirin, lê ji aliyekî din ve jî li 11 gundên din ên Licê û Hênê qedexe hate ragihandin.

Di çarçoveya operasyonên dijî gerîlayên PKKê de Parêzgeriya Diyarbekirê li 17 gundên bi ser Licê û Pasûrê derketina derve qedexe kiribû. Ew qedexe îro hate rakirin.

Lê ji aliyekî din ve qedexeyeke din li gundên bajarokên Hênê û Licê destpê kir. Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand, di çarçoveya şerê dijî PKKê de li 11 gundên Hênê û Licê derketina derve heta fermaneke nû hatiye qedexekirin.

 

S. B