“Ji roja Sykes - Pico ve daxwaza miletê Sûriyê pêk nayê”

Hewl û xebatên ji bo amadekirina destûreke nû bo Sûriyê ku wek çareyekê tê destnîşankirin di van rojan de zêdetir tê behskirin.

 

K24 – Stenbol

Hewl û xebatên ji bo amadekirina destûreke nû bo Sûriyê ku wek çareyekê tê destnîşankirin di van rojan de zêdetir tê behskirin. Herî dawî der barê mijarê de Tirkiye ragihand, ji bo avakirina desteya vê destûrê ligel hin aliyan di nav têkiliyê de ne. Encûmena Niştîmanî Kurd a li Sûriyê di destûrê de daxwaza rêvebirineke federalî dike, lê belê li gor çavdêrên Tirkiyeyî, destûreke li dijî dewleta unîter ji hêla Tirkiyê ve tê redkirin.

Li Sûriyê ligel berdewamiya şerê navxweyî ku ji sala 2011an vir de didome, hewlên çareyên siyasî jî ku hêj neçûye serî berdewam e. Yek ji wan xebatan jî nivîsandina destûreke nû ye. Tirkiye ji bo nivîsandina destûreke nû ya li Sûriyê di nav liv û lebatekê de ye. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, di rojên bê de desteya vê destûrê wê were ava kirin, tê de aliyên opozîsyon û rejîm jî dê cîh bigirin.

Ebdula Gedo yê Nûnerê ENKSê ku di nav desteya siyasî ya Opozîsyona Sûriyê de cîh digire ji bo peydekirina çareyeke siyasî balê dikêşîne ser rêvebirineke federalî. Li gor Gedo xelkê Sûriyê di nav xwe de çawa li hev bike Tirkiye dê bibêje erê.

Nûnerê ENKSê di Desteya Siyasî ya Opozîsyona Sûriyê de Ebdula Gedo ji K24ê re got: “Hikûmeta Tirkiye dixwaze rehetiyekê hêsaniyekê bidin ku di vê destûrê de cîhê hemû pêkhateyên Sûriyê hebe. Di nav me (ENKS) û rêkberiyê (opozîsyon) de jî nêrînên cuda hene. Em wek Encûmena Niştîmanî Kurd li Sûriyê me her dem xwestiye federalî bê çespandin ji bo Kurd û bo tevahiya Sûriyê. Lê di nav opozîsyonê de gelek kes dixwazin Sûriyeyeke nenavendî îdarî be, em jî dibêjin Sûriyeke federal be. Ji roja destpêka Sykes Pico heta îro daxwaza miletê Sûriyê pêk nayê. Em jî dixwazin di vê şoreşê de daxwaza miletê Kurd û tevahiya miletê Sûriyê pêk bê.”

Li ser destûra nû bo Sûriyê helwesta Tirkiyê jî di nav pisporan de tê nîqaşkirin. Li gor hin çavdêrên Tirkiyeyî destûreke ku zirarê bide yekgirtiya xaka Sûriyê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bi tu awayî nayê pejirandin.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Îlter Turandibêje: “Bi şerta parastina dewleteke unîter a li Sûriyê, maf û azadiyên siyasî-kultirî yên her kes yan pêkhateyê di destûra nû de tê plankirin. Ji destûreke wiha Tirkiye dilgiran nabe. Lê destûrekê ku rê bide rêvebirinên etnîsîte ji aliyê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin.”

Ji hevdîtîn û daxuyaniyên dawî jî diyar e ku derbarê Sûriyê de rojên bê mijara amadekirina destûreke nû di rojevê de zêdetir wê were gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn 14ê Sibatê li Soçiyê wê li hev bicivin.