Xemaney: baweriya xwe bi Ewrûpa neyênin

Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Xemaney di axaftina xwe lipêş fermanderên hêzên asîmanî yên Îranê de, êrîşî Amerika û Ewrûpa kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Xemaney di axaftina xwe lipêş fermanderên hêzên asîmanî yên Îranê de, êrîşî Amerika û Ewrûpa kir.

Xemaney got: “Amerika ji berê heta niha berpirsiyarê şerên cîhanî û krîzan e. Amerika nîşana xerabûn û tadeyê ye. Gava em dibêjin: Bimre Amerika, wê demê jî ne bi dilê wan e. Tu pirsgîrêka Îranê bi gelê Amerika re nîn e. Gava em dibêjin: Bimre Amerika, ango bimrin rêvebirên Amerika – ango bimre Trump, bimre John Bolton, bimre Pompeo”.

Xemaney herweha êrîşî siyaseta welatên Ewrûpa jî kir: “Ez nabêjim pêwendiya xwe ligel Ewrûpa qut bikin, lê ez dibêjim: baweriyê bi wan neyênin! Binerin – Ewrûpa mafên mirovan nasnake, li kolanên Parîsê êrîşî xwepêşanderan dike. Paşî ji me re behsa mafên mirovan dikin! Wan tu caran mafên mirovan nas nekiriye. Ne bawerî bi wan tê, ne rêz divê li wan bê girtin”.

 

 

C.B