Dadgeha Mêrdînê 7 sal û nîv siza li Gulser Yildirim birî

Parlamentera Berê ya HDP a Bajarê Mêrdînê Gulser Yıldırım, bi tevî nerazîbûna Dadgeha Bilind, 7 sal û 6 heyv cezayê zîndanê lê hate birîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera Berê ya HDP a Bajarê Mêrdînê Gulser Yıldırım, bi tevî nerazîbûna Dadgeha Bilind, 7 Sal û 6 Heyv cezayê zîndanê lê hate birîn.

Gulser Yildirim ji alî Dadgeha Dîlokê ve hatibû ceza kirin û 7 Sal û 6 Heyv cezayê zîndanê bo wê hati bû destnişan kirin.

Parêzerên Parlamentera Berê ya HDPê nerazî bûn nîşandabûn û serî li Dadgeha Destûrê ya Bilind dabûn. Dadgeha Bilind jî, biryara Dadgeha Dîlokê betal kiribû.

Lê bi tevî nerazîbûna Dadgeha Bilind ji bo cezaya Yildirim, vê care jî Dadgeha Mêrdînê biryara zindanîkirinê derxist.

Doza Gulser Yildirim li Dadgeha Mêrdînê birêve çû û 7 sal û 6 heyv cezayê zîndanê, jiber axaftinên wê yên sîyasî, birîn.

Parêzerên Yildirim dibêjin, liser cizayê giran, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa jî, nerazî bûn nişan da bû.

 

 

 

C.B