PDK û YNKê rêkeftineke siyasî îmze dikin

Berpirsekî YNKê aşkere dike, di dawî civîna PDK û YNKê de lehevkirin çê bû ku rêkeftineke siyasî îmze bikin û berî 18ê vê mehê careke din lihev bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî YNKê aşkere dike, di dawî civîna PDK û YNKê de lehevkirin çê bû ku rêkeftineke siyasî îmze bikin û berî 18ê vê mehê careke din lihev bicivin.

Peyvdarê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ji K24ê re ragihand, dawî civîna PDK û YNKê civîneke berhemdar bû, li ser wê yekê hat lihevkirin, ku rêkeftineke siyasî bê îmzekirin û berî civîna Parlemantoya Kurdistanê û civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya 18 vê mehê, careke din lihev bicivin.

Îro ku civîna Polîtburoya YNKê li bajarê Silêmaniyê birêve diçe, Letîf Nêrweyî got jî: “Di civîna îro ya Polîtburoya YNKê de, civîna dahatî ya bi PDKê re tê guftûgokirin.”

Peyvdarê Encûmena Navendî ya YNKê amaje bi wê da, divê YNK û PDKê li ser pirsên navxweyî û derve yekdeng bin.

Roja 5ê vê mehê şandên danûstandkar ên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyanbûn, piştî civînê jî Peyvdarê YNKê Seidî Ehemd Pîre di konferanseke rojnamevanî de got: “Me lihev kir ku di rojên bê de komîta nivîsandina projeyên siyasî dest bi kar bike û heta navîna hefteya dahatî de projeya siyasî û kerê hevbeş amade bikin û dibin her du polîtburoyan ji bo rêkeftin li ser bê kirin.”

Herwiha Pîre got: Ew reşnivîsa siyasî jî diyarkirina çarçoveya karê bi hev re yê YNK û PDKê ê di çarçova hikûmeta Herêma Kurdistanê û pênaseya rastî ya hevbeşiyê di warên abor, bazirganî, darayî, petrol û wize, bergîrî û Pêşmerge de dibe.

   

S. B