Li Enbarê 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojavayê Enbarê di teqînekê de 4 leşkerên Iraqî hatin kuştin û birîndarkirin. Li bakurê Rumadî jî serkirdeyekî DAIŞê hat desteserkirin.
Jêderekî ewlekariyê li parêzgeha Enbarê ragihand, di encama teqîna bombeyeke vedayî li navçeya beyabana ser bi bajarokê Hît li rojavayê Enbarê 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birndar bûn.
Her li gor zanyariyan jî, li bakurê Rumadî serkirdeyekî DAIŞê hat desteserkirin.
Ji aliyekî din ve, karwaneke otombîlên leşkerî yên Amerîkî gihîşt navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyê de û li wir bicih bûn.
Bicihbûna wê hêzê hevdem e ligel dawî operasyona HSDê ya kontrolkirina dawî rûbera di destê DAIŞê de li navçeya Baxoz a başûrê rojhilatê Dêrazorê ye.