Meqamekî ji mûzîka evînê di min de hildide

Mihemed Hemkoçer

K24 – Navenda Nûçeyan

Helbestvanê Kurd ê Efrînî Mihemed Hemkoçer demeke dirêj helbestê dinivîse û kelepûra Kurdî ji devê dengbêj û gundiyan ber hev dike, piştî gereke li gelek welatên cîhanê, vegeriya ser warê xwe navçeya Şiyê ya Efrînê û ta niha li wir dimîne. Mihemed Hemkoçer di hevpeyvîna bi Kurdistan24ê re dibêje: "Her mirovek helbestvan e, lê ne her helbestvanek dikare bala her mirovekî bikşîne.. Hêvanê min sirûşt e, xweze û xuber e, ez naxwazim jê dûr bikevim. Ez tenê bi Efrînê dimeyim"

Mihemed Hemkoçer kî ye?

Tevî ku, pirsek ne ewqas bo min hêsan e! Lê tenê ji bo nerevim, ez ê bêjim..Mihemed Hemkoçer, Kurê Cezawîr e, li gundê Şiyê, sala 1971 ê çavê xwe dan ronahiyê û bi qêrînekê silav da jiyanê, wek her gundiyekî piraniya karên li gund hebûn kirine.

Piştî dibistana navîn li Şiyê bi dawî kir, çû Helebê û li wir karê rêgeriyê kiriye, nêzî 15 salan karê xwe berpirsiyariya hotêlan û di warê torîstiyê de dixebitî, piştî wê, du sal û nîvê li Şamê û Himisê serbaziya leşkeriya Sûrî kiriye, paşê dîse vegeriye karê berê, pişt re çûye Libnanê û pir karên karkerî kirine û her wiha di warê weşana Radiyoyekî ku bi Navê (Joy) şahî, sê salan xebitiye. Di sala 1997 ê de derketiye welatên derve û pir nemaye, dîse vegeriye Sûriya û Libinanê, piştî sala 2006 vegeriya li gundê xwe Şiyê  û ta niha li wir e.

Kelepûra gelêrî bîranîna gel û nasnameya gel a çandî, dîrokî, felsefî, zanistî û wêjeyî ye û bingeha ku li ser wê bîr û baweriyan nifşên nû tên avakirin e. Te demekê projeya berhevkirina kelepûra Kurdî, dastanên Kurdî yên bi dengê dengbêjan hatine gotin berhev dikir, ev proje gihîştiye kû?

Belê, yekemîn dastana ku min kom kiriye, di sala 1997ê de bû, min ji devê Bavê Seleh bir, navê wê jî (Tawîr Begê Lawîn û Lewend Paşa Narîn e), pişt re min ji devê dê û bavên xwe hinek wergirtin, paşê jî ji hin dengbêjan û navsalên li gundan, min pir tiştên wiha dan hev, ji wan pirtûkek ji deh stran û dastanan çap bûye, bi navê Bêrîvana Cindî, û hinek li ser rûpelan mane, hinek jî di kasêtên ku min tomar kirine, an di CD yên ku min tomar kirine de, dikarim dora 42 bînim bîra xwe, lê piraniya wan di dema êrîşa Efrînê de telef bûn û nema dibînim! Û hin jî hêj  li ber destê min in, hinek min şandine çapê û bi ser hev de çûne!

Tu gelek bi helbesta Kurdî a klasîk û terezûkirî ve girêdayî yî û dinivîsî, bi nerîna helbesta Kurdî ya azad nekariya bigihe asta bedewî, ziman û ristina helbesta klasîkî?

Ya ez tê dighênim, helbset yek e, bi nav e,  tenê terzekî xwe heye û navekî xwe heye, lê ev gotina kilasîk û azad û serbest û ... ta dawiyê, li gorî min ne bi nirx in! Tevî ku piraniya tiştê min nivisandiye wek te gotiye : Azad an serbest e, lê helbesta kilasîk wek we daye nasîn, bi xwe ji ber ku cûreyekî ji mûzîkê ye û şêweyekî stiranî ye bêtir li heza guhdaran tê, her wiha jî ev şêweyên din ên te gotine bo helbestê jî pir xweş in, dema ku bi ber bin, anku em mînakekê bînin: wek darên zeytûnan ku li beran bin temtêl û pergala xwe xweşik e û eger dar in din hebin û ne liberan hatibin çandin, hinekî beloq ji mirov ve xûya dike, lê helbet herdu zêtê didin û herdu zêtûn dikevêyê, di vir de, helbesta kilasîk bêtir bala mirov dikşîne, lê jibîr neke ku ew helbesta ku nav lê kirine azad, ne gerek azadbûna wê bi tewşankiya gotinan be, ez pir caran dixwînim hinekan serbest nivisandine û eynî çêja kilasîk dide, ev yeka li gor her dahînerekî û babet û gotin û şêweyê wî.

Tê gotin: Di wêjeya Kurdî de, helbest yek ji cureyên herî kevnar e, çi yên nivîskî û çi yên bi dengên dengbêjan hatine gotin di asteke bilind de ye, niha berê helbesta Kurd ber bi kû ve ye?

Helbest, di wêjeya hemî miletên dunyayê de wek te gotiye, ne tenê di Kurdî de, jiber ku helbest ne hest in mûzîkî ne, û mûzîk jî para her mirovekî tê de heye, û her însanek lê dibane, helbesta Kurdî bi taybetî, di vî warî de pêşketî ye, pir cihê xwe girtiye û nav daye, jiber ku Kurd bi tevayî miletekî hestzîz e, mûzîkhez e, tim bi dengên bandora suriştê pir lê bûye, di rewşa kurdan de, helbet bêtirî tiştekî lîstiye, jiber ku her mirovekî dikarî mora xwe ya heyînî li jiyanê bixista û bihêşta wek rişmeyekê li jiyana xwe bikira yadîgarek ji pêşeroja xwe re.

Mihemed Hemkoçer li ser çi dinivîse, çi pirs û mijar di hiş û xeyala wî de digerin? Bihna çi di helbestên Mihemed Hemkoçer de cihê xwedigire?

Reng e, yên helbestên min bixwîne bikaribe baş vê bersivê bide, lê li ba min, helbest ne tenê rêkek e ku ez bînim berşavên xwe û firkên tê de bijmêrim! Li ba min helbest jiyan e, jiyanek her tişt tê de ye, ez bi xwe ne girêdayî dozek sêwî me ku tenê li ser sazekî bi helbesta xwe giriyekî bikim! Helbest, jiyan e wek me got, tijî bûyer û serpêhatî ye, her tiştê diqewime, dibe, em dibîsin û şikê dibin, her tiştê em sawîr dikin, û hêvî dikin, her tiştekî bi êşkince bandora  xwe hebe, helbest dijenîne û derdorî xwe agahdar dike, an dikenîne an jî bi girî dike û yan jî diçesipîne, ya ez dibînim ev e û hêj di ser re jî, lê naxwazim dirêj bikim!

Tevgera helbestê li Kurdistanê û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê tu çawa dinirxînî? Çi astengî li pêş helbesta Kurdî di vê serdemê de hene? Helbestêvanên Kurd ên bi Erebî dinivîsin, dikarin xem, êş, doz û hezkirina bi Kurdî derbirînin?

Her mirovek dikare bi aweyekî doza mirovantiyê û tiştê bixwaze bike, di vê serdemê de, her tişt westiya ye, tevî jiyan ranaweste, lê eger em sawîr bikin ku gerek em li ku bana, û niha li ku mane, em ê hîngê bizanbin ku em di demê de velîstî ne û bêtir jî Rojavayê Kurdistanê, sedemên vê jî pir in, ya herî mezin çarenûsa mafê miletê Kurd e, herwiha xwendevan e jî, civaka me di nakokiyên tevlihev de dilebite û neşar dimîne, helbestvan jî yek ji civakê ye, dema miletek bikeve, helbestvan liber dikeve û hîngê helbest jî hinekî jihev dikeve! Bi tevayî tevî ku rewş ne li gorî daxwaza gel e jî, lê dîsa bêhna jiyanê tê û omidî nayê birrîn.

Eflaton dibêje: “Her mirovek dikare bibe helbestvan, heger hez kir! Tu çawa vê gotina Eflaton dibînî? Helbestê bazneke xeyalî ya bedew ava dike, yan ji jiyana heyî ve nêzîk dibe û wê bi zimanekî wêjeyî derdirîne? Mihemed Hemkoçer di kîjan jiyanê de ye?

Belê, pir di cî de ye, gotina Efletûn( Pend e), erê, her mirovek helbestvan e, bi kurtî weku her mirovek mirov e û herwiha her mirovek helbestvan e jî, lê ka em binêrin gelo, her mirovek mirovantiyê dike!? Na.
lewre, ez ê di vir de bêjim: Her mirovek helbestvan e, lê ne her helbestvanek dikare bala her mirovekî bikşîne û bandora xwe bighîne her kesekî, jixwe dema em dibêjin: helbestvan, an (ristar û yan leveristar) em qala hestan dikin, hestên mirovan û mirovantiyê. Lê di vir de, hest ji hestan cuda hene, weku Kurd dibêjin: Ewkirinek heye pêz kom dike, yek heye pêz sêser dike, an ditirsîne.

Ez gûman dikim ku di warê rastiyê de rihetiyek heye, ez dema helbestê  dinivisînim, xwe jibîr ve dikim,! Nayê bîra min ku min gotiye, ez ê binivisînim, pir caran nivisîna min bi çewtiyan derdikeve û lêvegerê jî lê nakim, helbest rewşek nayê şîrovekirinê! Bi min avjeniyek di valahiyê de ye, jibîr derim hîngê ez çawa liba dibim û kîder min dilive û dilebite!, eynî wek erdjejînekê  dibe, tenê dizanim zemîn hejiya, êdî kuder ji rûyê zemîn qelişiya, çi bû xwedê zane! Lew re nizanim sedî sed ez li ku me di van bêlîkinên Efletûn gotine de, lê tenê dizanim meqamekî ji mûzîka evînê di min de hildide!!!.

Navçeya Şiyê ya Efrînê
Navçeya Şiyê ya Efrînê

Di demekê de te gelek welat dan hev, piştre vegeriyayî hembêza Efrînê, girêdana bi rîş û tamaran, germbûna hembêza welat, çi hîşt tu vegerî û li Efrînê li navçeya Şiyê bimînî û heta piştî dagîrkirina Efrînê jî tu ma?

Belê, li pir welatan geriyam û her wiha li pir ên Kurdistanê jî, bi rastî ger, pir xweş e, bi min gera min kiriye, xwendin bûye, dema ez diçûm bajarekî welatekî, ez fêr dibûm jiyanê, danûstandina xelkê bi hev re, di gerê de çandek heye, li dibistanan nîn e, ger derûna mirov vedike, êrşka wî bi jiyanê baş dike, lê eger tu li welatekî pir bimînî, navê te XERÎB e, ev gotinek pir nexweş e, pir bi min giran e, ta di helbestê de jî hinekî biyan tê!!!

Bi kurtî, ne dûr e ku mirov li warekî ku ne welatê xwe be, bisilime an bi pêş bikeve, lê bi her kesekî çêjek heye, hêvanê min sirûşt e, xweze û xuber e, ez naxwazim jê dûr bikevim, rast e li her welatekî sirûşt heye, lê her yek li derekê dibane, ez tenê bi Efrînê dimeyim.

Helbesteke Mihemed Hemkoçer

JÎNA TEHL

Birîndar û pir nexwaş im
Dil bi kul û derd û êş im
Ax û nalînan dinoşim
Sermest û gêj û serxoş im

Ev sîh sal in bendewar im
Bêheval û bêhogir im
Bêdayik û war û yar im
dilhejar û tim rûsar im

Buhara min berf û ba ye
Havîn bi min serm û ta ye
Payîz agir û germa ye
Zivistana min bela ye

Felek ji min tar û mar e
Jiyan xişim û bêtar e
Qet nîn e bo min ti çar e
Ne dermanek ne hawar e

Xişma jiyanê bêm çiye
Mafir dil û çavêm diye
Mirov ji mafê xwe tiye
Yar û diyam dilgirtiye

Kur ji dê bi dûr ketiye
Yar ji dîlberê qetiye
Gur bi nav pezêm ketiye
Di xabûrê de verşiye

Ji lez beza re dijînim
Mînî dildarekî dîn im
Ji vê dunyê tev bi kîn im
Ji ber ku yarê nabînim

Jînê ne da min mirazek
Ne got ji ter va daxwazek
Nîn e ji bû min awazek
Ne jî cejn û ne newrozek

Ji jîna tehl ez revî me
Surgin û sêwî ketî me
Koçer û şivan kerî me
Bi xwe pez û him bêrî me

Koçerê konê reşî me
Ji Kurdox û hem Horî me
Kurmanc û Sor û Lurî me
Mad û Mîtan û Gorî me

Her tîpekê dinivsînim
Celadet ez bi bîr tînim
Sebrî û Palo dixwînim
Hest û ristên cîgerxwîn im.