Erdogan dijberiya YPG dibe Soçî

Serokên Rusya Tirkiye û Îranê li Soçiyê kom dibin û Recep Tayîp Erdogan radigihîne: Yekbûna axa Suriyê girêdayî tinekirina YPGyê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokên Rusya Tirkiye û Îranê li Soçiyê kom dibin û Recep Tayîp Erdogan radigihîne: Yekbûna axa Suriyê girêdayî tinekirina YPGyê ye.

Serokê Rusyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di çarçoveya Lûtkeya Soçiyê de kom dibin û Erdogan dibêje heta Menbiç û rojhilatê Firatê ji YPGyê neyê paqijkirin ew nikarin behsa yekbûna axa Suriyê bikin. Putîn jî dibêje, ew bi hevkariya Tirkiyê gelek pêş ve çûn e û dikarin bi rêkeftinên digel Tirkiyê bigihijin armancên xwe yên li Suriyê.

 

 

C.B