Soylu: HDP ligor fermanên Qendîlê tevdigere

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu radighîne: Partiya Demokratîk a Gelan HDP li gor fermanên Qendîlê tevdigere

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu radighîne: Partiya Demokratîk a Gelan HDP li gor fermanên Qendîlê tevdigere.

Suleyman Soylu bersiva Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî dide û dibêje, rêvberên PKKyê ferman didin HDPyê û Sezaî Temellî jî, wê fermanê tîne cih. Mafê Sezaî Temellî nîn e liser navê xwe biaxife û viyana xwe nîşan bide. HDP li gor daxwaz û fermanên PKKyê tevdigere û ew rê nadin di hilbijartinên şaredariyan de kesên ko pêwendiyên wan bi PKKyê re hene bibin namzetê şaredariyan.

Berî niha Sezaî Temellî gotibû, ew dê di hilbijartinên şaredariyan de li bakurê Kurdisatanê ser bikevin û  li Tirkiyê jî zora AK-Partî û MHPyê bibin.

 

 

 

C.B