Amerika bala welatiyên xwe dikşîne, geşt a Tirkiye rîsk e

Amerîka hişyarî dide welatiyên xwe ko pêdeçûn li ser geştên xwe yên bo Tirkiyê bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka hişyarî dide welatiyên xwe ko pêdeçûn li ser geştên xwe yên bo Tirkiyê bikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ko geşt bo Tirkiyê rîsk e. Li Tirkiyê gefa êrîşên terorê heye û divê welatiyên Amerîkî pêdeçûn li ser geşta xwe ya bo Tirkiyê bikin û xwe ji cihên qelebalix û ji sînorê Tirkiye û Suriyeyê dûr bigrin. Herwiha li Tirkiyê hêzên ewlekariyê dehan hezar kesan zindanî kirin e û di nava wan de welatiyên Amerîkî jî hene. Divê welatiyên wan xwe ji xwenîşandanên dijî hikûmeta Tirkiyê jî dûr bigrin û encama rexnekirina hikûmeta Tirkiyê zindanîbûn e.

Wezareta Derve ya Amerîkayê meha borî jî di derbarê geşteke bo Tirkiyê de hişyarî dabû welatiyên xwe.

 

 

C.B