"Tirkiye li ser herêma ewle piştgirî bidest nexist"

Di çarçoveya formata proseya Astanayê de 4’emîn Lûtkeya Soçiyê bi beşdariya serokdewletên Tirkiye, Rûsya û Îrana welatên garantor yên Sûriyê di 14ê Sibatê de li Rûsyayê bi rêve çû.

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyeyê ji aliyê pisporên peywendiyên navdewletî ve encamên lûtkeya sêalî ya Soçiyê tê nirxandin. Pispor dibêjin, Tirkiye li ser mijara Îdlibê kete tengasiyê û destê Rûsya û Îranê bihêz bû. Herwiha pispor didin zanîn ku bi taybetî Îran li dijî avakirina herêmeke ewle ya Tirkiyeyê derdikeve û Mosko û Tehran peyamê didin Enqerê ku êdî rasterast li gel rêvebriya Şamê re bikevin nav peywendiyê.

Di çarçoveya formata proseya Astanayê de 4’emîn Lûtkeya Soçiyê bi beşdariya serokdewletên Tirkiye, Rûsya û Îrana welatên garantor yên Sûriyê di 14ê Sibatê de li Rûsyayê bi rêve çû. Di lûtkeyê de serkirde hesasiyet û daxwazên xwe yên sereke anîn ziman û hat ragihandin ku ew pabendî li gel Lihevkirina Soçî û proseya Astanayê dikin. Lûtkeya ku çavê hemû cîhanê li ser bû li Tirkiyeyê ji aliyê derdorên polîtîk ve jî bi baldarî hat şopandin.

Li gorî hin pisporan, ji bo Tirkiyê peyama rasterast mixatabgirtina hikûmeta Sûriyeyê hat dayîn û ji bo avakirina herêma ewle jî destûreke bo Tirkiyeyê derneket.

Akademîsyen Prof. Dr. Bilal Sambur li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Bi rastî formata Astanayê û lûtkeyên Soçiyê proseyeke ku li dijî Amerîkayê tê meşandin e.  Encama herî berbiçav ev bû ku li vir bo Amerîkayê peyameke zelal hat dayîn û hat gotin ku Amerîka tu li Sûriyeyê kêşê yî û divê tu vir biterikînî. Rûsya bal kişand ser Îdlibê. Îran jî got bêyî destûra Sûriyê, em li dijî hewlên Tirkiyê yên avakirina herêma ewle ne. Herwiha her du welat peyameke dan Enqereyê jî û gotin divê hûn Şamê mixatab bigrin.”

Li ser Îdliba keleha dawî ya di destê opozîsyonê de ye peyama tunekirina rêxistinên tundrew hat dayîn. Pispor dibêjin ji Îdlibê zêdetir Tirkiye berê xwe dida Minbic û Rojhilatê Feradê, ji loma jî Enqere hat hişyarkirin.

Pisporê Rûsyayê Tugrul Îsmaîl dibêje: “Rûsya û Îran herî zêde li ser Îdlibê rawestiyan û gotin divê rêxistinên terorî bên paqijkirin û Îdlib bikeve bin kontrola Şamê. Jihevcihêkirina komên tundrew û netundrew di bin berpirsyariya Tirkiyeyê de bû. Ji loma jî me dît k udi lûtkeyê de li ser Îdlibê zextê li Enqereyê kirin, da ku destê xwe bihêz bikin. Îdlib bi kêşe ye. Enqere mecbûr e ku êdî zêdetir bala xwe bide ser Îdlibê.”

Piştî lûtkeya sêalî her sê serkirde civîneke çapemeniyê ya hevbeş saz kirin û li ser mijarên wek rewşa Sûriye û Idlibê, avakirina navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê, vekişîna hêzên Emerîka ji Sûriyê û herwiha hewlên ji bo pêkanîna komîteya Destûra Bingehîn ya Sûriyê gotarên xwe pêşkêş kirin. Herwiha encamnameya hevpar ya 17 xalî jî hat parvekirin.