Pêla asîmîlasyonê bandorê li weşangeriya Kurdî jî dike

Qahir Bateyî

 

Qahir Bateyî,

di sala 1974’ an de li gundê Bêmbo yê girêdayî Şemzînana Colemergê hatiye dinyayê.

Di temenekî pir ciwan de tevlî nava xebatên welatparêzî dibe. 

Di sala 1993’yan de di pola yekem a dibistana lîsê de tê girtin û 4 mehan di zîndana Amed û Colemêrgê de dimîne.  

Di sala 1994’an de ji ber zextên dewletê direve başûrê Kurdistanê û 8 mehan li başûrê Kurdistanê dimîne.

Piştî gelek caran binçavkirin û îşkenceyan di sala 1997’an koçî Stenbolê dike. Di sala 1998’an de li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest bi xebatan dike. Di sala 2000 û 2005’an de di Senato û rêveberiya Enstîtuyê de cih digire. 

 Di saala 2006’an de di avakirina TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) de cih digire, heya 2009’an di kordînasyona TZPKurdî de cih digire û du salan berdevkiya wê dike. 

Di sala 2004’an de 6 meh û di 2009’an heya 2011’an de du sal û nîvan di zindanê de dimîne.

 Niha li Wanê weşangeriyê dike. Xwedî û edîtorê weşanxaneya SÎTAVê ye.

Berhemên wî ev in:

  • Çavxezal
  • Perdeyê Reş
  • Ferhenga Kurdî-Tirkî, Tirkî -Kurdî
  • Kürtçe Konuşma Kılavuzu (Rêbera Axivtinê-Tirkî-Kurdî)
  • Kartên Jîran (Kartên Dîtbarî Yên Perwerdeya Zarokan)
  • Rêbera Axivtinê Bi Sê Zimanî- Kurdî (soranî, kurmancî), Tirkî, Farisî

 

  1. Ger wekî proseyekê em bigrin dest, asta weşangeriya kurdî ya niha di çi rewşê de ye?

Weşangeriya kurdî her ku diçe pêş dikeve, bi kalîte û dewlemend dibe. Lê belê li gor vê yekê di nava civakê de cihê xwe nabîne-nagire. (vê yekê ji bo bakurê Kurdistanê dibêjim) Weşangeriya kurdî çend pêş dikeve, pirtûkên kurdî zêde dibin jî, di nava civakê de zimanê kurdî dehqatê wê paş dikeve. Pêla asîmîlasyonê wisa bi lez pêş dikeve, ne weşangeriya kurdî, ne çapemeniya kurdî, ne çend heb sazî û dezgehên kurdî nikarin pêşî lê bigrin. Êca dema ku rewş ev be weşangeriya kurdî (mebesta min weşanxane ne) nikare xwe ji zor û zehemetiyan xilas bike. Ji ber vê jî her çiqas kalîtebûnek pêşdikeve jî ev ne li gor asta kalîtebûna cîhanê ye.

  

  1. Astengiyên li pêş weşangeriya kurdî çi ne?

Astengiya herî mezin bazar e. Weşangerên kurd nikarin berhemên xwe bi awayekî serbest û bi rêk û pêk belav bikin û  bifiroşin. Şirketeke belavker ya kurdan tune ye. Şirketên belavkar yên tirkan ên mezin û bi bandor pirtûkên weşanxaneyên kurd belav nakin. Yên belav dikin jî piranî yên biçûk û ne saxlem in. Pirtûkfiroşên mezin yên bajarên tirkan pirtûkên kurdî yan nafiroşin, yan di pirtûkxaneyan de datînin cihekî wisa ku neyên dîtin. Li bajarên kurdan ji bilî Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê bêje hema cihê pirtûkên kurdî difiroşin tune ne. Wekî din beşdariya weşanxaneyên kurd ya fuaran gelek hindik e. Li cihekî wekî Stenbol, Edene û Îzmîrê 5-6 weşanxane dikarin başdar bibin. Ji ber ku cih gelek biha ye. Cihên baş û pêçav nadin, cihên herî xirab didin. Ji ber wê jî weşanxane zirar dikin. Lewre nikarin başdar bibin. Li herêmê ji bilî Amedê li tu derê şirketên fuaran fuar çênakin. Ev çend sal e kayûmên şaredariyan çêdikin, ew jî weşanxaneyên kurd beşdar nakin. Her wiha weşanxaneyên kurd nikarin li nava sûkan stand vekin û pirtûkên xwe bidin nasîn û bifiroşin. Çapemeniya kurdî îstîsna ne tê de danasîna pirtûkên kurdî nakin. Ev hemû dibin sedem ku berhemên kurdî negihîjin ber destê xwîneran. Ev jî dibe astengiya herî mezin ji bo weşangeriya kurdî. Îro di depoya her weşanxaneyeke kurd de bi deh hezaran pirtûk tê de ne.

  1. Proseya siyasî û ya konjokturel bandorek çawa li weşangeriya kurdî dike?

Bêguman gelek ji van tengasiyên min anîn ziman girêdayî rewşa siyasî ne. Çend sal berî niha rewş gelek baştir bû. Şaredariya Amed û Wanê fuar çêdikirin, her wiha me dikarî li sûkan stand vekirin. Dîsa bi dehan saziyên ziman hebûn ku perwerdeya  kurdî didan. Van yekan tev  bandoreke pir baş li ser berhemên kurdî dikir. Xwîneran bê tirs pirtûk distandin û dixwendin. Lê niha ev yek tev ji holê rabûne. Gelek însan hene dixwazin pirtûkên kurdî û kurdolojî bistînin, lê belê ji ber rewşa siyasî ya heyî newêrin, ditirsin pirtûk bistînin û deynin malên xwe. Di van du-sê salên dawî de însanan pirtûkên di malên xwe de derxistin, birin weşartin. Rewşek wekî salên 1990’an. Heke ku rewşa siyasî wekî çend sal berî niha bûya teqez rewşa weşangeriya kurdî jî niha cihê bû. Niha evqas di nava zor û zehmetiyan de nebû.

  1. Her tê gotin – kurdî nayê xwendin. Ligor we sedema vê karesatê çi ye?

Mixabin rast e, kurdî pir kêm tê xwendin. Gelek sedemên vê yekê hene. Sedema yekem kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê. Kurdî nebûye zimanê bazarê. Ev sedemên bingehîn in. Dema zimanek nebe zimanê perwerde û bazarê  xwendina berhemên wî zimanî bivê nevê dê kêm be. Lê sedemên din jî hene. Yek ji wan ez wekî sedemeke girîng dibînim, rêxistinên kurdan, sazî û dezgehên kurdan girîngî nadin zimanê kurdî. Yanî kurdî wekî pêdiviyeke jiyanê nabînin. Qîmeta kurdî li cem wan nîn e. Bi taybetî jî yên ku bi awayekî ketine nava siyasetê naxwînin, tirkî jî hindik dixwînin, kurdî qet naxwînin. Çawa ku naxwînin civakê jî teşvîkê xwendinê nakin. Ê dema ku pêşengên civakê wisa bin civak dê çawa be! Bi van yekan ve girêdayî çanda xwendinê di nava civakê de pêşneketiye. Bi gelemperî xwendin di nava  gelên Rojhilata Navîn de gelek kêm e. Di nav kurdan de ku zimanekî hê jî tê qedexekirin bêguman xwendin dê gelek kêm be. Nexasim ku partî, rêxistin, sazî , dezgehên wî miletî ku pêşengên wî ne qîmet nedinê! 

  1. Xwendina kurdî – di rewşa heyî de çawa dikare were populerîze kirin?

Bi rastî heke partiyên siyasî, rêxistinên kurdan, sazî û dezgehên kurdan li kurdî vegerin, ne wekî niha pişta xwe, lê belê berê xwe bidin kurdî, qîmeta kurdî bigrin, kar û xebatên xwe bi kurdî bikin, siyaseta xwe bi kurdî bikin û civakê teşvîq bikin bo xwedîlêderketina kurdî, bi vê re xwendina kurdî jî dê gelek bi pêş bikeve. Lê heta ku helwesta sazî, rêxistin û partiyên kurdî ev be dê rewşa xwendina kurdî jî ev be. Em çiqas li nav serê xwe bidin jî bi me wê tiştekî zêde neyê guherîn.

  1. Ger hûn kategorize bikin – çi babet herî zêde bala xwendevanên Kurd dikşîne?

Herî zêde pirtûkên hînkirina ziman, ferheng û pirtûkên zarokan. Li dûv wan jî pirtûkên nivîskarên wan popîler. Berhem bixwe bila ne tu tişt be, lê nivîskar popîler be ew berhem balê dikişine. Yanî yê ku balê dikişine ne berhem e, nivîskar e. Gelek berhem hene pir pir baş in lê belê nivîskar zede nayê zanîn û ne popîler e tu dibînî berhemên wî/wê qet balê nakişînin.   

  1. Ji bo pêşketina weşangeriya kurdî li bakur, ger em wekî realîteyekê bigrin dest, desthilata kurd (başûr, her wiha şaredariyên bakur û rêvebiriya rojava), erk a wan çi ye, divê çi xebat-projeyan bidin pêşya xwe?

Bi rastî heke mirov rastî bibêje di vî warî de ne şaredariyên bakur ne jî desthilatdariya başûr rola xwe nelîstine. Herduyan jî dikaribû di vî warî de kar û xebatên gelek gelek mezin bikin. Lê nekirine. Ji bo rojava zêde nikarim tiştekî bibêjim, ji ber ku derbarê wê derê de zêde xwedî agahî nîn im. Divê ew di çend waran de teqez piştgiriya weşanxaneyan bikin, yan jî ew bixwe bikin. Çi ne ev war? Yek; divê di warê berhemên folklor, zargotinê de, di warê  berhemên dîroka edebiyata kurdî, dîsa di warê ferhenga kurdî û berhemên perwerdehiyê û di warê berhemên zarokan de piştgirî bikin. Dîsa di warê bi destxistina belgeyên derbarê kurdan de divê ku piştgirî bikin. Her wiha divê ku piştgiriya hin rewşenbîran bê kirin ku bikaribin berhemên xwe çap bikin. Hinek rewşenbîr hene temenê xwe di ber xebata kurdî de dane û berhemên pir hêja amadekirine. Berhemên wisan e ku çapkirina wan ji qaveta weşanxaneyan dibore. Ji bo mînak niha di destê min de berhemên rewşenbîrekî me hene, yek ji wan berheman 50 hezar gotinên pêşiyan e û ev gotin hemû şîrovekirîne. 6 cild e û her cildek 1000 rûpel e. Ne ez bi derfetên xwe dikarim çap bikim ne jî tu weşanxaneyek. Lê ev xebat xezîneyeka miletê kurd e. Dîsa rewşenbîrekî me yê din bi salan li ser ferhengê xebat kiriye, 300 hezar peyvên kurdî di ferhenga xwe de bi cî kirine. Ferhenga wî ji 31 cildan pêk tê. Lê ev ferheng nehatiye çapkirin. Gelo piştgiriyek nebe kê dikare vê ferhengê çap bike. Mînakên wiha gelek in. Îro piştgiriyek hebe ez dikarim bi hezaran belgeyên li ser kurdan bi dest bixim û bikim pirtûk û pêşkêşî civaka kurd bkim. Lê derfet tune ne. Êca hewce ye ku hem şaredariyên bakur, hem jî desthilatdariya başûr di van waran de piştgiya weşanxaneyan û rewşenbîrên xwedî berhemên wiha giranbuha bikin.   

  1. Medya kurdî û çi sazûmanên kurdî – dikarin di pirsa weşangeriya kurdî de bibin alîkar û çawa?

Bêguman piştgiriya medya û sazûmanên kurdî gelek girîng e. Bi taybetî jî rola medyayê gelek girîng û berbiçav e. Dema ku medyaya kurdî berhemên weşanxaneyên kurdî bide nasîn, reklam bike dê bandoreke gelek mezin li ser firotina berheman çêbe. Firotin jî destê weşangeran xurt dike, her wiha kurdî têxe nava civakê. Yanî pêşiya kurdî vedike.

  1. Xebatên, projeyên we yên niha û di pêşeroja nêzîk de çi ne?

Niha di destê me de ku ji bo çapê tên amade kirin 10 pirtûk hene. Em hewl didin wan bigihînin meha nîsanê. Ji wan gelek berhemên giranbuha ne, yên folklorê hene. Di nav wan de çend berhemên nivîskarê rojava mamoste Konê Reş jî hene. Dikarim bêjim berhemên gelek baş hene.

Wekî din 50 hezar gotinên pêşiyan hene. Lê bi rastî çapkirina vê ji qaveta me gelek zêde ye. Li dûv xêrxazekê me ku piştgiriya me bike. Lê min sozek daye nivîskarê wê, min gotiye çi dibe bila bibe ez ê wê berhemê çap bikim. Min jê re gotiye hewce bike ez ê herim ber mizgeftan parsekî bikim û ez ê wê berhemê çap bikim.

Xebateke din ya gelek girîng li ber destê me ye. Ew jî bi çar zaravayên kurdî amade ye. Ew ê bi çar zaravayan li ser CD yê bê xwendin. Li gel pirtûkê dê CD jî bê dayîn. Ji bo wê jî li xêrxazekî digerim ku piştgirî bike. Niha naxwazim bêjim ka çi ye, lê bi rastî ku çap bû ew ê di nava hemû kurdên dinyayê de deng vede û ew ê bibe serbilindiya hemû kurdên dinyayê. Dema ez wê û 50 hezar gotinên pêşiyan çap bikim wê demê ez ê bizanibim ku min xizmeteke nemir ji bo gelê kurd kiriye. Û wê demê dema ku bimirim jî çavên min li paş namînin.