HSD stratejiya piştî jinavbirina DAIŞê aşkere dike

Encûmena Leşkerî ya Sûriyeya Demokratîk (HSD) stratejiya xwe ya piştî jinavbirina DAIŞê ragihand û da zanîn, ewê ji nû ve peykerbendiya HSDê ava bikin û li gor pêwîstiyên ewlehî û leşkeriyê wan belav bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Sûriyeya Demokratîk (HSD) stratejiya xwe ya piştî jinavbirina DAIŞê ragihand û da zanîn, stratejiya wê ya leşkerî ji qonaxa bê re dê li ser du astan be.

Enûçmena Leşkerî ya HSDê duhî li bajarê Hesekê civiyabû û di civînê de stratejiya xwe ya ragihand û hejmarek biryar stand. HSDê diyar kir, stratejiya wê ya leşkerî ji qonaxa bê re dê li ser du astan be, yekem: Jinavbirina şanên nivisîtî yên DAIŞê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî. Duyem: Nehîştina zemîneya civakî, birewerî û aborî ya DAIŞê.

Herwiha diyar kir, karê ji bo rizgarkirina Efrînê û vegerandina xelkê wê û rawestandina proseya guhartina demografî li Efrînê ji karên pêşîne yên HSDê be.

Encûmena Leşkerî ya HSDê behsa pêwendiyên bi hikûmeta Sûriyê re kir û da zanîn, ewê hewl bidin bi riya danûstandin û guftûgoyan re çareyekê ji pirsgirêkan re bibînin.

HSD tekez dike, dê danûstandin bi hikûmeta Sûriyê di çarçova Sûriyeya yekgirtî de, berçavgirtina taybetmendiya HSDê, mikurhatina li Rêveberiya Xweser di destûra Sûriyê de bin.

Encûmena Leşkerî ya HSDê herwiha di daxuyaniya de ragihand, ew dixwazin bi riya danûstandinan pirsgirêkên xwe bi hikûmeta Tirkiyê re çareser bikin. Tekez kir jî, ew pêşwaziyê li avakirina herêma ewle ya di bin çavdêriya navdewletî de dikin.

Ev stratejiya nû ya HSDê di demekê de ne, HSDê bi hevkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî DAIŞ di dawî baregeha wê de dorpêç kiriye û serkeftina bi ser DAIŞê nêzîk bûye. Herwiha Amerîka jî biryara vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê daye.

Lê duhî Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery li Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê got: Piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê, Amerîka razî nabe rêjîma Sûriyê li şûna hêzên wê bicih bibe.

Herwiha Fermandarê Amerîkî Paul LaCamera jî ragihand, heger HSD bi rêjîma Sûriyê yan bi Rûsyayê re lihev kir, ew wek hevpeyman ji HSDê re namînin û dê hemû pêwendî û piştgîriya xwe jê re rawestînin.

 

S. B