Hewalgiriya Iraqê grûbek darayî ya DAIŞ girt

Herweha wê jêdera emnî bi medyayan ragihandiye, ew grûb a DAIŞ, gava hatin girtin 500 milyon dolar bi wan re bû ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Hewalgîriya Iraqê, hilweşandina mezintirîn grûba piştevaniya darayî ya DAIŞê li Iraqê ragihand.

Dezgeha Hewalgîriya Iraqê di daxûyanîyekê de belavkirîye, ku hêzên wan karîn e grûbek piştevanîkirina darayî ya DAIŞê li Iraqê hilweşînin. Tekez kir ku, di dîroka wê rêxistinê li Iraqê de, ew grûb mezintirîn grûba piştevanîkirina darayî ya DAIŞê bû .

Amaje kir, ew grûb di rêya nivîsîngehên pere veguhestinan de kar kiriye. Herweha wê jêdera emnî bi medyayan ragihandiye, ew grûb a DAIŞ, gava hatin girtin 500 milyon dolar bi wan re bû ye.

 

 

 C.B