Ehmed Turk: Qeyûman gendelî û dizî kirin e

Namzetê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk dibêje, ewê hemû kar û kiryarên qeyuman navçe bi navçe daleqînin û gel bibîne ku çi gendelî kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Namzetê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk dibêje, ewê hemû kar û kiryarên qeyuman navçe bi navçe daleqînin û gel bibîne ku çi gendelî kirin e.

Ehmed Turk ku ji hêla Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve ji postê Şaredariya Mêrdînê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyum hatibû danîn, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê de li navçeya Masertê axivî.

Da zanîn, li ser vê axê, Kurd û Ereb û Turk û Suryanî di nav aştiyê jiyane, lê niha tê xwestin wan hember Kurdan bikarbînin, lê ew rê nadin vê lîstikên.

Ehmed Turk got, piştî hilbijartinên 31'ê Adarê ew dê hemû karên Qeyuman navçe navçe nîşanî gel bidin û dê were dîtin ku çi gendelî û dizî kirin e û da xuyakirin, ew dê şaredariyan ji destê qeyuman derxin û careke din bixin xizmetguzariya gel.

 

 

 

C.B