Trajediya jinên girtî ên di zindanên Sûriyê de

Li Stenbolê du jin, yek jê 100 rojan ya din jî ku 3 salan di zindanên Sûriyê de mane û jê rizgar bûne bo Kurdistan24ê axivîn û behsa îşkenceya dîtine kirin û xwestin hemû dinya bibe alîkar da ew jinên din ên girtî ji wan zindanan bêne rizgarkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê du jin, yek jê 100 rojan ya din jî ku 3 salan di zindanên Sûriyê de mane û jê rizgar bûne bo Kurdistan24ê axivîn û behsa îşkenceya dîtine kirin û xwestin hemû dinya bibe alîkar da ew jinên din ên girtî ji wan zindanan bêne rizgarkirin.

Di şer û pevçûnan de her car jin û zarok mexdûr dibin. Dinya ti carî nikarî pêşî li ber trajediya zarok û jinan bigire di şeran de. Yek ji wan trajediyan jî şerê li Sûriyê ye. Çi Kurd, Areb û Sûryanî çi jî ji neteweyên din, jin û zarok ji serdema şerê li Sûriyê dest pê kiriye heta roja îro bi dehan caran di zindanan de li beramberî îşkenceyên giran mane û dinya li beramberî vê zilm û zorê yan kere yan kûr e. Du jinên ji Sûriyê yek jê Nûr El-Hurra 100 rojan ya din jî Beyan Reyhan ku 3 salan di zindanên Sûriyê de maye ji Kurdistan24ê re axivîn û behsa îşkence, zor û zehmetiyên di wan zindanan de ku bi ser serê wan de hatine kirin û xwestin bi rêya televizyonê hemû dinya bi deng û awaza wan bibihîze.

Jina ku 100 rojan di zindanên Sûrî de maye Nûr El-Hurra ji K24ê re wiha axivî: "Di wan zindanên Sûriyê de bêhna mirinê dihate me. Ez û xwişka xwe 100 rojan di zindanên Sûriyê de man. Jûreya em tê de mezinahiya wê 2 metro bû û em 7 jin di navê de di man. Ji ber îşkenceyê pişta min hîna jî ne sax e. Bi qabloyên sê serî li me dixistin. Kareba didan laşê me û av li me dikirin. Spî bi me ketibûn, niha di paqê min de şopê îşkenceyê hene. Xwarin nîn bû, şûştin nîn bû. Jiyan zor bû, jê xerabtir nîn e. Em tika dikin, dengê me bigihînin dinyayê da pê zanibin çi îşkence li jin û zarokan tê kirin."

Ev jinên ku ji zindanên Sûriyê rizar bûne dibêjin; her dinya li wan reş bû, dengê awaz û qîrîna zarokan dihate ber gûhê wan. Kêzik li ser laşê wan digeriyan û kurmikan jî dest bi xwarina lêşê wan kiribû. Li gor ragihandina van jinên Sûriyeyî li ser wan her cûre amûr û alavên îşkenceyê hatine bikaranîn. Destê wan bi jor ve hatine girêdan û li pêşberî çavê wan îşkence li zilaman hatiye kirin beyî ku tû kinc li ser wan hebe. 6 mehan serê xwe neşûştine û bi tena kincekê mane û her gefên kuştina zarok û zilamên wan xwarine.

Jina ku 3 salan di zindanên Sûrî de maye Beyan Reyhan dibêje: "Ez sê salan di zindanên Sûriyê de mam. Çavê me her girtî bû û îşkence li me dikirin. Ji cereyanê heta bi derbên giran û xedar yên ku li laşê me dixistin û heta tacîzkirinê gelek kiryarên der mirovî hebûn li beramberî me. Nêzîk nîv milyon însan hîna jî di wan zindanan de girtîne. Hêvîdar im dinya bi dengê me bibihîze û ew yên girtî jî bên azadkirin. Zilm û zora ku li ser jin û zarokan e her bi şev dikeve xewna me, em nikarin bi peyvan bînin ziman û behsê wan rojan bikin."

Li gorî raportên çavkaniyên muxalîf ên Sûriyê nêzîk 500 hezar kes di zindanên Sûriyê de ne û 13 û 500 jê jin li beramberî îşkence, kiryarên dermirovî û tacîz û destdirêjiyê rû bi rû mane. Halê hazir li gorî daneyên di destê Tirkiyê de jî, 7 hezar jin di zindanên rejima Sûriyê de ji neçarî li bendeyî mirina xwe ne li pêşberî çavê raya giştî ya cîhanê.