Peyamnêrê K24ê: 46 barhilgirên din ên sivîlan ji Baxozê derketin

Duhî 46 barhilgir ku bi sedan sivîl û malbatên çekdarên DAIŞê tê de bûn, ji Baxozê dawî baregeha DAIŞê derketin. Li HSD jî dibêje jî, di rojên bê de proseya rizgarkirina sivîlan bidawî dibe û ew êrîşî Baxozê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Baxoz

Duhî 46 barhilgir ku bi sedan sivîl û malbatên çekdarên DAIŞê tê de bûn, ji Baxozê dawî baregeha DAIŞê derketin. Li HSD jî dibêje jî, di rojên bê de proseya rizgarkirina sivîlan bidawî dibe û ew êrîşî Baxozê dikin.

Peymanêrê K24ê li nêzîkî Baxozê Ekrem Salih da zanîn, duhî 46 barhilgir ku bi sedan sivîl û malbatên çekdarên DAIŞê tê de bûn ji Baxozê derketin û piraniya jinên ku ji Baxozê derketine jî mêrên wan di şer de hatine kuştin.

Jineke DAIŞê ya ji regeza Iraqî ji K24ê re got: “Ez bi malbata xwe re hatim, ez vê demê bi wan (DAIŞ) re bûm. Ew wek zarokên min in. Ez haşayê ji wan nakim. Ferman hat û em derketin.”

Jineke din dibêje: “Hîna gelek malbat li Baxozê mane. Xwarin nemaye. Hevjînê min di bombebaranekê de hat kuştin.

Jineke din jî dibêje: “Du sal in em bê mêr in. Dema fermana derketinê hat, em derketin. Kesekî me nemaye, ew di bombebaranê de hatin kuştin.”

Baxoz wek dawî baregeha DAIŞê li Sûriyê maye, niha dorpêça HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li ser Baxozê teng bûye û çend roj in bi hezaran sivîl ligel malbatên DAIŞê ji Baxozê derdikevin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî ji K24ê re ragihandibû, her dema proseya rizgarkirina sivîlan bidawî bibe, dê êrîşa wan li Baxozê destpê bike.