Şandeke Kurd bo pirsa Kurd li Sûriyê bi Wezareta Derve ya Rûsyayê re

Li ser vexwandina Wezareta Derve ya Rûsya yê şandeke Kurd gihîşt Moskoyê û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser vexwandina Wezareta Derve ya Rûsya yê şandeke Kurd gihîşt Moskoyê û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov civiyan.

Peyamnêrê K24ê li Moskoyê da zanîn, şandeke rewşenbîr û akadesyenên Kurd li ser vexwandina Wezareta Derve ya Rûsya, ji bo pirsa Rojavayê Kurdistanê gihîşt Moskoyê û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov civiyan.

Endamê şanda akadesyenên Kurd Ekrem Onan li ser naveroka civîna bi Bogdanov re ji K24ê re got: “Yek ji girîngtirîn pirsên bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê guftûgo kir, pirsa Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û ya Kurd bi gelemperî bû. Em ji Wezarate Derve ya Rûsyayê têgihîştin ku ew amade ne alîkariyê bikin bo aliyên Kurdî nêzîkî hev bibin û rola navbênkariyê di navbera Kurd û çi hikûmeta Sûriyê û çi opozîsyona Sûriyê de bigirin. Helwesta Rûsyayê jî erênî bû.”

Herwiha endamê wê şandê Ehmed Elî got: “Rûsya welatekî bi bandor e û me daxwaz jê kir ku roleke erênî di navbera çi Kurdan û çi di navbera Kurd û Sûriyan de, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê.”

Herwiha got: “Me daxwaz ji aliyê Rûsî kir ku tekeziyê li prjeya Rûsî ya ji bo dirustkirina destûra Sûriyê ku tê de hatibû Sûriye federalî be û mafê atomî ji Kurdan hebe bike û careke din wê projeyê pêşkêş bike. Ji bo çawisandina Kurd li Sûriyê dubare nebe.”