KCK: Divê grevên birçîbûnê bidomin

Koma Civakên Kurdistanê KCK radighîne: Divê grevên birçîbûnê berdewam bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê KCK radighîne: Divê grevên birçîbûnê berdewam bikin.

Hevserokê KCKyê Cemîl Bayik dibêje, berî biha jî, li zindanan girevên birçîbûnê hatibûn kirin û hikûmeta Tirkiyê neçar mabû paş de gav bavêje û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî hevdîtin destpêkiribûn. Ew niha jî, bi grevên birçîbûnê dikarin serbikevin û tecrîda li ser Ocalan rakin. Lê ji bo vê jî li ser berxwedana xwe bibiryar û biwêrek bin. Ew her tim şehîdan didin û dikarin di vê çalakiyê de jî şehîdan bidin. Divê ti kes hestyar nebe û grevên birçîbûnê berdewam bikin.

 

 

C.B