Erdogan: Kurdistan li Iraqê ye, ne li Tirkiye

Erdogan: li Iraqê Herêma Kurdistanê heye, here wê derê. Li Tirkiyê herêmeke weha nîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan careke din rexne li Hevserokê HDPê Sezaî Temelî digre ku gotiye ewê li Kurdistanê serkeve û li rojavayê Tirkiyê jî bo têkçûna hevpeymaniya AK Partî û MHP xebatê bikin. Erdogan careke din dibêje, li Tirkiyê herêmek bi navê Kurdistanê nîn e û ji Temelî dixwaze Tirkiyê bicîh bihêle û biçe Herêma Kurdistanê ya Iraqê.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

"… Birayên min, ma li Tirkiyê herêmek bi navê Kurdistanê heye?..  Fermo temaşe bikin, çi dibêje, dibêje li Kurdistanê emê serkevin. Tikaye tu Tirkiye bicîh bihêle, here başûr, li Iraqê Herêma Kurdistanê heye, here wê derê. Li Tirkiyê herêmeke weha nîn e. Herêma BaşûrêRojhelatê heye, herêma Rojhelatê heye, derya reş û derya spî hene, lê herêmek bi navê Kurdistanê nîn e. "

 

 

 

C.B