Cendermeyên Tirkiyê 4 welatiyên rojavayê Kurdistanê kuştin

Hejmarek welatiyên rojavayê Kurdistanê di dema ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyê cendirmeyan ve hatin gulebaran kirin. 4 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesên din jî brîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek welatiyên rojavayê Kurdistanê di dema ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyê cendirmeyan ve hatin gulebaran kirin. 4 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesên din jî brîndar bûn.

Medya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihand, di dema ku hejmarek welatiyan dixwestin bi qaçaxî ji navçeyekê di navbeyna gundên Erade û Feqîra yên di navbeyna bajarên Dirbêsiyê û Serê Kaniyê yên rojavayê Kurdistanê, derbasî bakûrê Kurdistanê bibin, ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hatin gulebaran kirin. Di encam de 4 welatiyan canê xwe ji dest dan, ku sê ji wan jin in, û 5  welatiyên din jî brîndar bûn.

 Jêdera navborî diyar jî kir, heta niha termên welatiyan liser sînor in û ji tirsa gulebarankirina cendermeyan kes nikare nêzîk bibe û termê wan rake.

Û brîndar ji bo nexweşxaneyên bajarê Serê Kaniyê hatine veguhestin. Rewşa brîndarekê jî, xerab e.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên Nexweşxaneya Roj a li bajarê Serê Kaniyê ji Kurdistan 24 re ragihandin, ku tenê 1 term gihaye nexweşxaneya wan.

 

 

C.B