Pakistanê 2 firokeyên Hindistanê xistin xwarê

Aloziyên di navbera Hinistan û Pakistanê de gihîşt qonaxeke nû û Pakistanê ragihand, du firokeyên artêşa Hindistanê li esmanê Pakistanê hatin şikandin û firokvaneyekî Hindistanê hat desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Aloziyên di navbera Hinistan û Pakistanê de gihîşt qonaxeke nû û Pakistanê ragihand, du firokeyên artêşa Hindistanê li esmanê Pakistanê hatin şikandin û firokvaneyekî Hindistanê hat desteserkirin.

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Pakistanê General Asif Xefor di konferanseke rojnamevanî de ragihand, du firokeyên Hindistanê esmanê Pakistanê derbas kirin û ew her du firoke hatin jinabirin û 2 firokvan dîl hatin girtin.

Pêştir ajansa “Reuters” belav kiribû, 2 firokvan û kesekî sivîl ên Hindî ji encama ketina firokeyekê li beşa Hindî ji herêma Keşmîrê.

Rueterzê dabû xuyakirin, 3 firokeyên şer ên Pakistanî derbasî esmanê beşa Hindî ya herêma Keşmîrê bûn, lê firokeyên Hindî rûbirûyî wan bûn û ew neçar kirin vegerin.

Pêştir jî hat ragihandin, 5 leşkerên Hindî bi guleyên ji aliyê Pakistanê ve hatibûn avêtin birîndar bûbûn û artêşa Hindistanê bersiva jêdera guleyan da û 5 xalên sînorî yên Pakistanê jinav birin.

Alozî ji duhî ve li ser sînorê Pakistan û Hindistanê derketiye, bi taybet piştî ku firokeyên Hindistanê leşkergeha rêxistina “Ceyş Mihemed” li nava xaka Pakistanê bombebaran kir û 300 kes li wê leşkergehê hatin kuştin.

 

S. B