Yekîtiya Ewropa deriyê xwe ji Tirkiyê re digire

Hefteya borî Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Ewropayê pêşniyaza rawestandina prosesa endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê pejirand.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Karvedanên biryara Parlamentoya Ewropayê berdewam dikin. Hefteya borî Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Ewropayê pêşniyaza rawestandina prosesa endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê pejirand. Her çiqas hikûmeta Tirkiyê rexneyên giran jî bigire li Ewropayê û biryarê bê bingeh jî bibîne, bi boçûna pisporan ev biryar nîşaneya nêzîktêdayîna Yekîtiya Ewropayê ye ya li dijî prosesa endamatiya Tirkiyê.

Hefteya borî li Parlamentoya Ewropayê pêşnûmeya derbarê rawestandina prosesa endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Komîsyona Derve ve hate pejirandin. Di nava pêşnûmeya ku ji aliyê raportora Tirkiyê Ketî Pîrî ve hatiye amadekirin û pejirandin de biryarên standart ên Konseya Ewropa û Dadgeha mafên Mirovan ya Ewropayê bi bîra Tirkiyê hatine xistin. Di heman demê de qels û lawaziya demokrasiyê, mafên mirovan, serdestiya hiqûqê û paşdeçûna di warên mafên bingehîn de wek sedema ragirtina vê biryarê hatiye destnîşankirin.

Hikûmeta Tirkiyê jî raportê bêbingeh dibîne û rexneyên giran li Ewropayê digire. Serokê Komîsyona Parlamentoya Têkel ya YE İsmail Emrah Karayel bo Kurdistan 24ê ragihand, wan nikarî mudaxaleyî raportê bikin, lê bi parlamenterên Ewropî re dikevin dîyalogê digel wezareta derve û hewl didin vê nêzîktêdayîna nebaş ya li dij Tirkiyê berwajî bikin.

Parlamenterê AK partiyê û Serokê Komîsyona Parlamntoya Têkel ya YE İsmail Emrah Karayel ji K24ê re got: "Rexneyên di raporta Parlamentoya Ewropayê de bê bingeh in. Welatên ku rewşa wan ji Tirkiyê xiraptir in hene di nava yekîtiyê de. Lê Ewropa ketiya bin destê desthilata rexgirên rastgîran. Gelek îfadeyên di raportê de kevn in û ne teze ne. Em wek Tirkiye naxwazin bibin muxatabên raportên bi vî rengî. Em dixwazin pêywendiya me bi YE re baş be. Mixabin egera wê yekê heye ku ev rapor li Konseya Ewropayê jî bê axaftin. Ji me re dibêjin di darazê de û azadiya ramanan de reformê bikin, Tirkiye di vî warî de berpirsiyariya xwe tîne cih. Em ê piştî hilbijartina parlamentoyê ji nêzik ve helwesta Parlamentoya Ewropyaê bişopînin."

Di raporta ku wê di 13'ê Adarê de li Parlamentoya Ewropayê dengana wê bê kirin de, banga li ser azadkirina parlamenterên girtî ên HDPê yî jî cih digire û helwesta Tirkiyê ya derbarê biryara DMME de ku ji bo Seleahatîn Demirtaş ragirtibû tê şermezarkirin.

Pisporê pêywendiyên navdewletî Mustafa Kemal Erdemol dibêje: "Di dengdana 13ê Adarê de eger rapor bê qebûl kirin wê prosesa endamtiya Tirkiyê rawest e. Wek AKP yî îdia dikin nîn e, agahiyên di raportê teze ne. Wisa xuya dikir ku Tirkiye amade ye gava xwe bi paş de biavêjê. Lê hê doh Erdogan dîsa got eger ew kesên PKK'yî bibîne di nava namzetan de wê dîsa qeyyûman tayin bike bo şaredariyên HDPê. Ka reforma darazê ka reforma azadiya ramanê? Loma em dikarin vê daxuyaniyê wek bersiveke neyekeser bixwînin ya li dijî raporta parlamentoyê. Ev rûdan wê têkiliya Tirkiye û YE têk bibe."

Bi boçûna pisporan her çiqas hûkmekî vê biryarê li ser Konseya Ewropayê nîn be jî, wê di 5 salên pêş de ji bo rêveberiya nû ya ku wê di 26ê Gûlanê de bê hilbijartin, bibe bingeha sereka ya têkiliyên bi Tirkiyê re ya Parlamentoya Ewropayê.