15 hezar kes ji Baxozê derketin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji roja destpêkirina Operasyona Kontirolkirina bajarokê Baxoz û heta niha 15 hezar kes ji wî bajarokî derketine.
Berpirsê Navenda Ragehandina Hêzên Sûriya Demokrat Mistefa Balî ragehand, ji roja destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarokê Baxoz ê gundewarên Dêrazorê ji 9ê vê mehê ve û heta niha nêzîkî 15 hezar kes ji wî bajarokî derketin e, û digel kesên ku ji bajarokê Hecîn jî derketîn e, hejmar digehe 40 hezar kesan.
Balî ew yek jî eşkere kir, piraniya çekdarên ku li Baxozê man e, çekdarên biyanî ne û tunêl ji bo xweparastinê kolan e.
Welatiyên sivîl ên ku ji navçeya di bin kontrola DAÎŞê tên derxistin, li kampa Holê ya gundewarên Hesekê tên bicîh kirin.
C.B