HSD operasyonên xwe yên leşkerî li Baxozê radiwestîne

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, wan karî 24 şervanên HSDê yên li cem DAIŞê li Baxozê dîlgirtî, rizgar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, wan karî 24 şervanên HSDê yên li cem DAIŞê li Baxozê dîlgirtî, rizgar bikin.

Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe fermî belav kir ragihand, “Piştî operasyoneke berfireh ku tê de dor li çeteyan li herêma Baxozê hat girtin, me biryar da ku em operasyonên xwe yên leşkerî bidin sekinandin, da ku em bikaribin sîvîlan ji çeteyan dûr bixin û wan ji herêmê azad bikin.”

HSDê da zanîn, “Hêzên me di vê çarçoveyê de karibûn hejmarek zêde sîvîl û şervanên me rizgar bikin. Bi vî awayî rêyeke ewle ji bo wan kesan hate vekirin.”

Herwiha da xuyankirin, 24 şervanên HSDê yên ku demeke beriya niha ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin hatin rizgarkirin.

Ji 9ê vê mehê ve şervanên HSDê dorpêç li ser DAIŞê di dawî baregeha wê li Baxozê tund kiriye û ji wê demê ve malbatên çekdarên DAIŞê û hejmarek ji çekdaran derdikevin û xwe radestî HSDê dikin.

Berpirsê Navenda Ragehandina HSDê Mistefa Balî duhî ragehandibû, ji roja destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarokê Baxoz ê gundewarên Dêrazorê ji 9ê vê mehê ve û heta niha nêzîkî 15 hezar kes ji wî bajarokî derketine.

 

S. B