Barzanî – damezrênerê doz, rêbaz û binyata azadîya Kurdistanê

Serokê Nemir ê Miletê Kurd Mela Mistefayê Barzani, berî 40 salan ji nav Kurdan koçebar bû , çû ser heqîya xwe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Nemir ê Miletê Kurd Mela Mistefayê Barzani, berî 40 salan ji nav Kurdan koçebar bû , çû ser heqîya xwe.
Serok Barzanî, di 76 sal jîyana xwe de her tim dilê xwe da ber dilê Kurdistanê û di rêya azadîya Kurdistanê de, bê sekin û seqar, bi şev û roj, li deşt û çiya û zozanên Kurdistanê di sengerên parastina can û mal û şerefa Kurdan de cîh girt û heta axirîn nefesa xwe, tekoşîna rizgarîya Kurdistanê bi mêrxasî meşand.
Barzani ji bo gelê Kurd wek kela berxwedanê û kela têkoşerîyê ye. Lewraye ku navê Barzani di dîroka Kurdistanê de, bi herfên zêrîn hatîye nivsandin
Mela Mıstefa BARZANİ sala  1903’ê yan hate dinyayê.Ew hê du salî bu di sala 1905 an de, bi dayîka xwe re hate girtin û kete hepsa Diyarbekir. Mela Mistefa pişti dû salan di çar salîya temenê xwe de , li Mûsilê disa kete hepsê.  Barzani,cara diduyan di 29 salîya xwe ,de careke din li Tirkiyê, di sala 1932 yan de,hate hepis kirin û du sal ma girtî. Barzani,Sala 1919 yan çû hewara Şêx Mehmudê Berzenci.  BARZANİ sala  1920’an de bi  Şêx Seid re pêwendî danî.  Di sala 1930’yan de, xwe geyande çîyayê Araratê û dest da destê İhsan Nuri Paşa.
Barzani, di sala 1946 an de dema ku li Mahabadê Komara Kurdistanê ava bû di gel hêza pêşmergan vekişîya Mahabadê û bi biryara hikumeta Komara Kurdistanê bû fermanderê giştîyê leşkerên Kurdistanê. Pişti ku komara Kurdistanê hilweşîya Barzani derbasî Rusyayê bû  ,demeke dirêj li wir ma. Sala 1958 an de, dema ku li Iraqê Evdilkerim Qasim hate ser kar, BARZANİ 6’ê Êlûna sala 1958’an vegerîya Bexdayê. Hikumeta E. QASİM xweserîya Kurdistanê ilan kir û Barzanî bi şêweyek fermî wek nûnerê Kurdistanê qebul kir. Mixabin ku ev dem jî zêde ne ajot. Barzanî careke din berê xwe da çîya û dest bi şerê çekdarî kir.
Her wiha sala 1970 yan 11 ye adarê bu destpêka baharek nu ji bo gelê Kurdistanê.  Xweserîya Kurdistanê careke din hate naskirin. Ev serketinek bi coş bu û di vê encamê de , marifetên Barzanî nayê jibîr kirin.
Mixabİn ku pişti peymana Iraq û Rusyayê, xweserîya Kurdistanê careke din têkçû û gelê Kurdistanê koçebar bû,  kete nava zilm û zordarîyek bêhempa.
Barzanî rêveberîya gelê xwe di van mercan de jî , meşand û di dilê gelê Kurd de bu wek hêvîyek xurt.
Bi peymana Cezayir ji , Barzanî serê xwe ne tewand û gelê Kurdistanê teslim nebû, li ber xwe da.
Serhildana gel a di bin serokatîya Mela Mistefa de, li Kurdistana başûr heta axirîn nefesa Barzanîyê nemir dewam kir.
Nemir Mela Mistefa sala 1979’an roja 1’ê Adarê jîyana xwe ji dest da û koçê dawî kir.
Barzanî, di diroka Kurdan de , navê berxwedan û serhildanê ye.
Barzanî di mejî û fereseta Kurdan de , efsaneyek e.
Barzani , kelat û binyata azadîya Kurdistanê ye.
Mela Mistefa Barzani,serçaviya hêviya Kurdan e.

(Ji gotara Latif Epozdemir bo K24)

 

 

C.B