Hekem Xelo: DAIŞ sivîlan wekî Mertalên Zindîî bikar tîn e

Serokê Encûmena Yasadanînê yê Rêveberiya Xweser Hekem Xelo ji K24 re diyarkir, ku DAIŞ sivîl ji bo rê liber pêşketinên Hêzên Sûriya Demokrat bigre, wekî mertalên zindî bikar tîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Yasadanînê yê Rêveberiya Xweser Hekem Xelo ji K24 re diyarkir, ku DAIŞ sivîl ji bo rê liber pêşketinên Hêzên Sûriya Demokrat bigre, wekî mertalên mirovî bikar tîn e. Serkeftina liser DAIŞ dereng bixe.

Xelo anî ziman ku: Li devera Baxoz di devera biçûk a ku di destê DAIŞ de ma ye, sivîl man e û bi vê egerê, ku bikaribe jiyana sivîlan nexe metirsiyê de HSD Operasyona xwe bo demekê rawestandiye.

Ji aliyê din ve Xelo balkişand ser wê yekê, bi hezaran sivîl ji devera Baxoz hatine rizgarkirin û xwe radest kirin e. Ev yek jî hinek bargiranî aniye ser Rêvebiriya Xweser – di ware bicîhkirin, xewandin û xwedîkirina van sivîlan de. Derfetên Rêvebiriya Xweser jî dikevin zehmetiyan de. Kurd di têkoşîna dijî DAIŞ de şerê mrovayetiyê dan, qurbanî û berdêl dan. Niha jî, gava sivîl tên rizgarkirin, çekdarên DAIŞ û malbatên wan xwe radest dikin. Welatên ku ev kes hevwelatiyên wan in, dive xwedî li hevwelatiyên xwe derkevin.

Liser pêkanîna dadgehek navneteweyî li rojhilatê Firatê bi xwe ji bo kesên xwe radestkirin e, Xelo diyarkir: Rojhilatê Firatê di rastiyê de di bin hin gefan de – gefên Tirkiye, yên rejîmê, yên hêzên terorist û herweha metirsiya ji nû ve organîzebûn a DAIŞ e. Ji bo ku li rojhilatê Firatê dadgehek navneteweyî pêk were, dive herweha nasînek navdewletî ji Rêvebiriya Xweser re hebe, ku bi pêkanîna dadgehek navneteweyî bikaribe rabe. Xelo got, ku hejmarek diyar di destê wî de liser kesên xwe radest kirin e nîn e.