Paşmayên 5 leşkerên Îranî li Sûriyê hatin dîtin

Ofîsa pêwendiyên giştî li Serkirdatiya Supaya Pasdarên Îranê di daxûyaniyekê de ragehand, di encama karên berdewam ên tîma lêgerîna li paşmayîyên leşkerên Îranî yên ku di şerê Sûriyê de hatine kuştin, wan paşmayîyên 5 leşkeran, ku bi ser Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarane dîtin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Ofîsa pêwendiyên giştî li Serkirdatiya Supaya Pasdarên Îranê di daxûyaniyekê de ragehand, di encama karên berdewam ên tîma lêgerîna li paşmayîyên leşkerên Îranî yên ku di şerê Sûriyê de hatine kuştin, wan paşmayîyên 5 leşkeran, ku bi ser Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarane dîtin e.

Supaya Pasdaran diyar jî kir, piştî lêkolîna DNA ya paşmayîyan, wan zanî ye ku ew leşkerên wê ne, ku li Sûriyê hatine kuştin, û xelkê ji parêzgehên Tehran, Maznderan, Qezwîn û Semnan in, û dê heftiya bê li wan parêzgehan bên binax kirin.

Ji destpêka şerê li Sûriyê Hêzên Îranê li wî welatî şer dikin, lê Îran dibêje, hêzên wan wekî şêwirmend û li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê li wî welatî ne.

 

 

C.B