Çavuşoglu: Bila Îran neyê dorpêçkirin

Çavuşoglu herweha piştgiriya Tirkiye bo Îranê anî ziman û diyarkir: “Dorpêçkirina Komara Islamî ya Îranê ne rast e û ji bo herêmê gelek metirsîdar e”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu di civîna Balyozên Filistînê yên li welatên Ewrûpa de erkdar de, rexne li siyaseta Israilê hemberî doza Filistînê kir.

Çavuşoglu herweha piştgiriya Tirkiye bo Îranê anî ziman û diyarkir: “Dorpêçkirina Komara Islamî ya Îranê ne rast e û ji bo herêmê gelek metirsîdar e”.

Tirkiye ligel Rûsya û Îranê garantorê proseya Astana girêdayî Krîza Sûriye ye û di navbeyna her sê dewletan de – di astên herî bilind de rêzecivîn tên lidarxistin. Herweha di siyaseta herêmê de jî, her sê welat dinav nêzîkahiyê de ne.

 

 

C.B