Li Wanê Panel liser Tevgera Barzanî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Wanê panelek liser jiyan û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî, Mele Mistefa Barzanî û İdrîs Barzanî lidar ket.
Panel bi birêvebiriya Sidki Zîlan pêkhat. Di panelê de gelek rewşenbîr û nûnerên hozên Kurd ji deverê jî, amade bûn.
Di panelê de liser tevgera Barzaniyan, rol û misyona wê di proseya dîrokî de hate rawestandin.
Dîroknasê Kurd Kerem Serhedî liser - Di pêvajoya dîrokî de rola Şêx Ebdulselam Barzanî, bûyera çûn a Sowyeta berê ya Mele Mistefa Barzanî, jiyan û têkoşîna Idrîs Barzanî axifî.
Siyasetmedar Mhemed Konuk liser “Tevgera Şêx Ebdulselam û çaksazî” zanyarî dan.
Helbestvan Şêx Misbeh Ferqînî helbesta xwe ya liser Mele Mistefa Barzanî nivîsandî xwend.
Ji malbata Şêx Seîd Pîran Efendî Mhemed Qasim Firat û endama PAKê Zînet Dînçer jî, di panelê de cîh girtin.
C.B