Yekîtiya Ewropa navê 7 wezîrên Sûriyê dixe lîsta reş

Encûmena Yekîtiya Ewropayê roja 4 meha avdarê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber tundiya li ser gelê Sûriyê ji alî berpirs û rayedarên Sûriyê ve, navê 7 wezîrên din ji hikûmeta Sûriyê tevlî lîsta reş dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Yekîtiya Ewropayê roja 4 meha Avdarê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber ku destê wan di tundiya li ser gelê Sûriyê de hene, navê 7 wezîrên din ji hikûmeta Sûriyê xiste ser lîsta reş.

Encûmena Yekîtiya Ewropayê navên wan 7 wezîrên Sûrî aşkere kir ku Wezîrê Navxweyî Mihemed Xalid Rehmon, Wezîrê Geştiyariyê Mihemed Emîn Mertînî, Wezîrê Perwerdeyê Îmad Miwefeq El-Ezib, Wezîrê Xwendina Bilind Besam Beşîr Îbrahîm, Wezîrê Niştecihbûn Suhêl Mihemed Ebiletîf û Wezîrê Pêwendiyan Eyad Mihemed Xetîb û Wezîrê Pîşesaziyê Mihemed Mein Zênelabidîn Cezbe ne.  

Li gorî biryara navhatî kesên navên wan tevlî lîsta reş dibe, nikarin derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin, herweha Encûmena Yekîtiya Ewropayê dê dest li ser pere û samanên wan kesan deynin.

Ji despêka kirîza Sûriyê ve di sala 2011ê de, Encûmena Ewropayê navê gelek sazî, kompanî û desteyên bazirganiyê û berpirs û rayedarên ku alîgirê rêjîma Sûriyê bûn navên wan di lîsta reş de hate danîn û hijmara wan sazî û komapaniyan gihişte 72 an, herweha navê kesayetên ku piştgirya rêjîmê dikin gihişte 277 kesan.

 

S. B