ENKS jî dinav de Şanda Opozisyona Sûriye ligel Lavrov civiya
K24-Navenda Nûçeyan
Şand a Desteya Bilind a Danûstandinên Itîlafa Opozisyona Sûriyê, bi Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê re civiyan.
Nûnerê Kurd ê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS di Desteya Danûstandinan de Ibrahîm Bro ji Kurdistan24 re ragihand, îro Desteya Bilind a danûstandinên Itîlafa Opoziyona Sûriyê, li paytexta Erebistana Siûdiyê, bi Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov û Mikhail Bogdanov re civiyan. Pêşhateyên herî dawî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin,
Bro got jî, ku sibe şand a wan dê ber bi paytexta Amerikayê Waşingtonê ve bi rê dikeve û çendîn hevdîtinên wan ên girîng, dê hebin.
C.B