Yakiş taybet ji K24 re: Siyaseta Tirkiye li Sûriyê şaş bû!

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê yê berê Yaşar Yakiş taybet ji bo Kurdistan24ê dibêje, Polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê di serî de xelet bû û niha nizane, dê çi bike
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9a425117-0da3-4352-8a45-c31c018ba3c9/05022019.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Tirkiye li Sûriyê ev heyameke bi Amerîka û Rûsyayê re di nava pêwendiyan de ye, ji bo ku bandora xwe zêde bike. Lê belê di serî de mijarên weke Minbic, Rojhelatê Feratê û devereke ewle de tiştên ku dixwaze karîger bike pêk nayîn e.

Di derbarê vê yekê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê yê berê Yaşar Yakiş taybet ji bo Kurdistan24ê dibêje, Polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê di serî de xelet bû û niha nizane, dê çi bike.

Di mijara Minbic û Rojhelatê Feratê de jî Yakiş, ji ber çend sedeman operasyonan pêkan nabîn e.

 

 

C.B