Bi wêne.. 3 hezar çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê derdikevin

Derketina çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê berdewam e û îro 3 hezar çekdarên DAIŞê û malbatên wan, xwe radestî HSDê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derketina çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê berdewam e û îro 3 hezar çekdarên DAIŞê û malbatên wan, xwe radestî HSDê kirin.

Peyamnêrê K24ê li Baxozê Ekrem Salih da zanîn, îro dora 3 hezar kes ji Baxozê derketin û xwe radestî HSDê kirin, di nava wan de hejmarek çekdarên DAIŞê jî hene.

Peyamnêrê me da zanîn, piraniya çekdar û malbatên Baxozê derketne ji regezên Iraqî, Tirkistanî û welatên din ên Asyaya Navîn in.

Ji 9ê vê mehê ve şervanên HSDê dorpêç li ser DAIŞê di dawî baregeha wê li Baxozê tund kiriye û ji wê demê ve bi deh hezaran malbatên çekdarên DAIŞê û ligel hejmarek ji çekdaran derdikevin û xwe radestî HSDê dikin.