Soylu: Ligel Îranê em dê Operasyonek hevbeş dijî PKK bikin

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê re eşkere dike: Ew digel Îranê dijî PKKyê di nava danûstandineke hawalgirî de ne û dê operasyoneke leşkerî ya hevbeş jî bikin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye û Îran li dijî PKKyê operasyoneke hevbeş dikin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê re eşkere dike: Ew digel Îranê dijî PKKyê di nava danûstandineke hawalgirî de ne û dê operasyoneke leşkerî ya hevbeş jî bikin. Soylu herwiha bang li Endamê Desteya Rêveberê ê PKKyê Murat Karayilan dike û dibêje, bila lîsteya gerîlayên PKKyê yên di sala 2018an de canê xwe ji dest dan e eşkere bike.

Soylu got: “Berî niha bi çend rojan berpirsên Îranî hatin cem me û li ser PKKyê me danûstandin kir. Hêvî dikim, emê dijî PKKyê operasyoneke hevbeş bikin. Tirkiye demek dirêj e dixwaze dijî PKKyê digel Îranê operasyoneke hevbeş bike. Ji bo vê em gavên hevbeş diavêjin. Danûstandinên me yên hawalgirî jî, berdewam dikin”.

 

 

C.B