Erdogan bo Amerîka: Ne S-400 dikarin S-500 jî bikirin

Serokomarê Tirkiyê bersiva Amerîkayê dide û dibêje, ew dest ji kirîna sîstema mûşkî S-400an bernadin û dikarin S-500an jî bikirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê bersiva Amerîkayê dide û dibêje, ew dest ji kirîna sîstema mûşkî S-400an bernadin û dikarin S-500an jî bikirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û da zanîn, ew bi ti awayî nikarin ji kirîna mûşekên S400an vegerin. Vegera ji kirîna S400an ne ehlaqî ye û bila ti kes hêvî neke ku Tirkiye paşde gav bavêje.

Erdogan tekez kir jî, Wan bi Rûsyayê re lihev kirine û ewê sîstema berevaniyê S-400an bikirin, piştre jî dibe ew S-500an jî bikirin.

Erdogan eşkere jî kir, Mûşekên S400 dê di meha Tirmehê de bigihin destê wan.

Mijara kirîna S-400an di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye nakokiyek dijwar û duh Amerîka dabû zanîn ku heger Tirkiye S-400an ji Rûsyayê bikire, ewê Tirkiyê ceza bikin.

 

S. B