Amerîka bi serdanên xwe çi ji Tirkiyê dixwaze?

Di navber 27 Sibatê û 5 Adarê de 4 şandeyên Amerîkayê bi daxwaz û mijarên cuda serdana Tirkiyê kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê di warê politikaya derve de geşedanên germ rû didin, taybetî jî bi Amerîkayê re hevdîtinên krîtîk têne kirin. Di navber 27 Sibatê û 5 Adarê de 4 şandeyên Amerîkayê bi daxwaz û mijarên cuda serdana Tirkiyê kirin. Li ser van serdanên Amerîka li enqera paytextê Tirkiyê Konferansek hate sazkirin. Pisporên beşdarî konferansê bûn amaje pê kirin ku Amerîka di mijara Îran, Rûsya û Kurdên Sûriyê de çend daxwaz ji Tirkiyê kirine. Lê Tirkiyê qebûl nekirine.

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hevdîtinên dîplomatîk û serdanên krîtîk tên kirin di rojên dawî de. Di nava du hefteyan de 4 şandeyên payebilind yên Amerîkayê ku di nav de serşêwirmendê Trump, nûnerên wî û leşkerên payebilind hebûn serdana Tirkiyê kirin. Derbarê van hevdîtinên Amerîkayê û daxwazên wê de li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî SETA yê de konferansek hat li darxistin.

Di konferansê de kordînatorê SETAyê yê Washîngtonê DC Kiliç Bugra Kanat diyar kir ku Amerîka bi van serdanên xwe di mijara Îranê de û li Sûriyê di avakirina devereke otonom bo Kurdan de dixwaze ku Tirkiyê qenah bike. Lê Tirkiye jî daxwazên cuda Amerîkayê dike.

Kordînatorê SETAyê yê Washîngton Kiliç Bugra Kanat got: "Di politikaya derve ya Amerîkayê de dema ku mijar bû Rojhilata Navîn taybetî lawazkirin û bêhêzkirina Îranê tê axaftin. Ji ber vê çendê jî div ê mijarê de Amerîka dixwaze Tirkiye ligel van tevbigere. Herwiha Amerîka li Sûriyê hewla devereke otonom dide bo Kurdên Sûriyê û di vê mijarê de jî dixwaze Tirkiyê qenah bike loma evqas serdana Tirkiyê dike. Lê Tirkiye jî dibêje bila YPG Minbic û rojhelatê Feratê derkeve û dixwaze zêdetir bi Îranê re bazirganiyê bike."

Nûnera Dengê Amerîkayê ya Tirkiyê Yildiz Yazicioglu ku başdarî konferansê bû da zanîn ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê çend mijarên sereke hene û Washîngton bi rêya kesên cuda daxwazên xwe yên ser van mijaran raberî Tirkiyê dike lê belê her du alî jî daxwazên hev dû qebûl nakin.

Nûnera Televîzyona Dengê Amerîkayê Yildiz Yazicioglu ji K24ê re wiha axivî: “Ya rast di pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de kêşeya Rûsyayê heye. Çima? Ji ber ku Tirkiye hêj li Sûriyê bi Rûsyayê re hevkariya xwe didomîne. Ligel vê yekê mûşekên S-400 jî ji Rûsyayê têne kirin. Ji ber van sedeman Amerîka ji Tirkiyê eciz e. Ji loma jî Amerîka bi rêya zavayê xwe bi rêya nûnerên xwe dixwaze Tirkiyê qenah bike ku zêde bi Rûsyayê re tev negere. Lê Tirkiye vê yekê qebûl nake loma hevdîtin jî bê encam dimînin."

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de yek jî mijara bi kêşe li Sûriyê avakirina devera ewle ye.Pisporên beşdarî konferansê bû amaje pê kirin ku pêşiya Tirkiyê ji bo vê mijarê du rê hene ya dê bi Amerîkayê re devereke ewle ava bike an jî dê bi operasyonan bi tena serê xwe devereke ewle ava bike li Sûriyê. Ev yek dê rojên bê de zelal bibe.