Mesût Tek: Bakurê Kurdistanê jî welatê me ye

Serokê Giştî Yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek rexne li daxuyaniyê Serokomarê Tirkiyê girt û got: “Bakurê Kurdistanê jî welatê me ye û dixwazin wek Başûrê Kurdistanê jî azad bikin û bikin warê pêkvejiyan, demokrasî û rêzgirtina li mafên mirovan.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî Yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek rexne li daxuyaniyê Serokomarê Tirkiyê girt û got: “Bakurê Kurdistanê jî welatê me ye û dixwazin wek Başûrê Kurdistanê jî azad bikin û bikin warê pêkvejiyan, demokrasî û rêzgirtina li mafên mirovan.”

Li ser gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a “Kurdistan di nav sînorê Tirkiyê de nîn e, yên dixwazin bile biçin Herêma Kurdistanê ya li Iraqê.” Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek ji K24ê re ragihand, destpêkê gotinên wiha ji Serokê MHPê Devlet Bahçelî destpê kir ku got: “Li Tirkiyê Kurdistan nîn e” piştre ne tenê Erdogan ev gotin dubare kir, lê hîna zêde kir û got, yên Kurdistanê dixwazin bila biçin bakurê Iraqê, li wir Kurdistan heye.

Tek got: “Ne tenê ji bo di hilbijartinan de dengên bilind bidest bixe, Erdogan ev gotin kir, lê ev sîstema dewleta Tirkiyê ye. Dewleta Tirkiyê li ser înkarkirina Kurd û piştaftina gelê Kurd û gelên din hatiye damezrandin.

Herwiha got jî: “Berî 8 salî jî Mistefa Kemal jî gotibû ku tenê mafekî Kurdan heye, ew jî xulamtîkirina Tirka ye û kesên naxwazin xulamtiyê bikin, bila derkevin, niha jî Erdogan û Bahçelî vê gotinê dubare dikin. Ev siyaseta dewleta Tirkiyê ya fermî ye ku li ser înkarkirina gelê Kurd hatiye damezrandin.”

Li ser Başûrê Kurdistanê Tek got: “Belê em ji Başûrê Kurdistanê hez dikin û Başûrê Kurdistanê roniya çavê me ye, beşek ji welatê me ye, lê em dixwazin li welatê xwe li Diyarbekir, Dêrsim, Riha û Araratê bijîn û dixwazin welatê xwe jî wek Başûrê Kurdistanê jî azad bikin û bikin warê pêkvejiyan, demokrasî û rêzgirtina li mafên mirovan.”

Serokê PSKê tekez kir jî: Heger dewleta Tirkiyê xwe ji tirsa Kurd, dewletbûna Kurd û azadiya Kurd û Kurdistanê xilas neke, dê li qada navnetewî dê bi tenê bimîne. Îro dunya bûye serdema guftûgo, pêşveçûn, naskirina mafên mirovan û naskirina hemû maf û azadiya netewî yên demokratîk e.

Tek pirsek arasteyî karbidestên Tirkiyê kir û got: “Ma DAIŞ, Qaide û rêxistinên tundrew li Sûriyê bibin cîranê Tirkiyê baştir e, yan Kurd bibe cîranê wan?” Bila karbidestên Tirkiyê bizanin ku heta dunya heye, Kurd li Rojava dimîne. Ya baş ew e, Tirkiye pê re pêwendiyê bike û danûstandinê bike, ne ku bibêje ez nahêlim Kurd li wir bibe xwedî statû û Efrînê dagîr bike û gefê li Rojavayê Kurdistanê dixwe, ev nakeve berjewendiya gelê Tirkiyê û gelê Kurd.

  

 

S. B