Serok Barzanî û şandeke Urdinê rûbirûbûna hizra tundiyê guftûgo dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Hikûmeta Şahnişîna Urdinê kir ku ji Dr. Tariq El Himurî Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî û Menteser Eqle Balyozê Urdin li Iraq û Heysem Ebulful Konsolê Şahnişîna Urdin li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Urdin li Iraqê pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Urdinê silavên Şah Abdullah Padişahê Urdinê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera her du aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê kir. Her wiha pêzanînên xwe jî hebû, ji bo wê aramî û pêkvejiyana li Kurdistanê da heye û wê yekê bi sedema pêşketin û paşarojeke baş da zanîn.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Padişahê Urdinê kir û bi dost û birayê xwe zanî û her wiha pêzanînên xwe ji bo helwestên Padişahê Urdinê li beranber gelê Kurdistanê de hebû.
Her li vê civînê de rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna hizra tundî û terorê hate guftûgokirin.
Her wiha pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
S. B