PDK: Nehiştina paşkefta muçe biryarek dîrokî ye

Derbarê nehiştina paşkefta muçeya fermanberên Herêma Kurdistanê, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê daxûyaniyek belav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê nehiştina paşkefta muçeya fermanberên Herêma Kurdistanê, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê daxûyaniyek belav kir.

Di daxûyaniyê de hatiye, bi kêfxweşiyeke zêde ve bi hewla hemû heskiriyên wê pirsê, di serî de jî rola bibandor a Serok Barzanî û çûna ji bo Bexdayê kilîld wê çareyê bûye. Herweha dîplomasiyeta rêzdar Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavên berdewam û têgihiştina birêz Adil Ebdulmehdî wekî Serokwezîrê Îraqê û rola fraksiyonên Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê ku bi canekî yekgirtî li wê pirsê hewl dan, biryarek dîrokî hat dayîn.

Amaje bi wê yekê jî hat dayîn, Fraksiyona wan piştevaniya biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û bi biryarek dirust  di derheqê mafê xelkê de dizan e.

 

 

C.B