PKK: Maçoglu bila ji namzediya Dêrsimê vekişe

Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê KCK Alî Haydar Kaytan dibêje, divê namzedê şaredariya Dêrsimê yê Partiya Komûnîst a Tirkiyê TKP Mehmet Fatîh Maçoglu ji namzediya xwe vekişe

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsek PKK daxwaz ji Mehmet Fatîh Maçoglu dike ko ji namzediya şaredariya Dêrsimê vekişe.

Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê KCK Alî Haydar Kaytan dibêje, divê namzedê şaredariya Dêrsimê yê Partiya Komûnîst a Tirkiyê TKP Mehmet Fatîh Maçoglu ji namzediya xwe vekişe û nebe sedema perçekirina dengên HDPyê. Ger ew ji namzediya xwe venekişe dê xizmet ji siyaseta AK-Partî û MHPyê re bike. Rast nabe namzedê HDP vekişe û ji bo Mehmet Fatîh Maçoglu riya herî rast vekişîna ji namzetiyê ye.

Mehmet Fatîh Maçoglu şaredarê bajarokê Ovacikê ye û ji bo hilbijartinên 31ê Adarê bû namzedê Dêrsimê.

 

 

C.B