Biro: Amerîka rê nade Şam û Îranê vegerin rojhilatê Firatê

Nûnerê Kurd ê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Desteya Danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê de Ibrahîm Biro ji Washingtonê ve ragihand, Amerîkî rê nade rêjîma Sûriyê vegere rojhilatê Firatê û naxwaze Kurd jî berê xwe bidin rêjîma Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Kurd ê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Desteya Danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê de Îbrahîm Biro ji Washingtonê ve ragihand, Amerîkî rê nade rêjîma Sûriyê vegere rojhilatê Firatê û naxwaze Kurd jî berê xwe bidin rêjîma Sûriyê.

Nûnerê ENKSê di Desteya Danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê de Îbrahîm Biro ku çend roj in bi şanda Desteya Danûstandinan re li Washingtonê hevdîtinan bi rayedarên Amerîka re dike, beşdarî bernameya “Rojev” bû û xuya kir, ew li Washingtonê di roja yekem de bi hejmarek Kongressmanên Amerîkî re û roja duyem jî bi Wezareta Derve ya Amerîka re civiyan û biryar e îro 11 Adarê li New Yorkê jî bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî re bicivin.

Biro got amaje bi wê yekê kir: Heta niha çi wek şanda opozîsyonê û çi wek şandên ENKSê ew bi Wezareta Derve ya Amerîka re hevdîtin kirine, lê ti hevdîtin bi Wezareta Bergîriyê (Pentagon) re nekirine.

Li ser helwest û projeya Amerîka ya niha Biro got: Di van du salên dawî de gelek guhartin di nerînên Amerîka li ser pirsa krîza Sûriyê de çê bûne, lê niha tevî Amerîka biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê daye, lê Amerîka bi temamî ji Sûriyê venakişe û dê hejmarek ji leşkerên xwe bihêle. Amerîka rê nade rêjîma Sûriye û Îran derbasî rojhilatê Firatê bibe. Ligel wê jî Amerîka di şerê li dijî DAIŞ û terorê li Sûriyê berdewam dibe.

Li ser nerîna Amerîka derbarê Rojavayê Kurdistanê de got: Di hevdîtinên bi Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Ceffery re, ew tekez dike ku divê mafê Kurd di Sûriyê de were parastin, divê çareserî ji nakokiyên Kurdî – Kurdî were dîtin û di heman demê de jî metirsiyên Tirkiyê berçav bigirin. Herwiha Ceffery dibêje, heta niha ew bi Tirkiyê re li ser kûrahî û rêvebirina herêma ewle negîhiştine ti projeyekê û hîna danûstandinên wan berdewam im.

Derbarê helwesta Amerîka li ser pirsa Kurd li Sûriyê Biro got: Amerîkî dibêjin Kurd li Efrînê neçar dibin bangî Rûsya û rêjîma Sûriyê bikin, ji ber ku em nikarin tiştekî li wir bikin. Ji vê helwesta Amerîka jî diyar dibe ku ne pirsa Kurd ji Amerîka re girîng e, belkû xak jê re girîng e, ji ber wê Amerîka girîngiyê dide rojhilatê Firatê, di wê çarçovê de jî Amerîka danûstandinê bi welatên Erebî re dike ji bo birêvebirina bajarên Ereban ên wek Reqa û Tebqayê.

Li ser danûstandinên MSD û rêjîma Sûriyê Biro got: Amerîkî rê nade rêjîm vegere rojhilatê Firatê, heta çareseriya siyasî ji tevahiya Sûriyê re neyê dîtin. Amerîkî dibêjin, PYDê berê xwe da rêjîmê, lê rêjîmê tiştek neda wan, ji ber wê ew neçar in li me vegerin. Amerîka naxwaze Kurd di vê rewşa niha de berê xwe bidin rêjîma Sûriyê.

Li ser helwesta Rûsyayê li hember Kurd û Rojavayê Kurdistanê, Biro got: Heta niha zelaltirîn helwest li hember Kurd Rûsya dide, tevî ku em ji siyaseta Rûsyayê ne nêzîk in, lê Rûsya li ser rewşa Kurd di Sûriyê de berê jî û niha jî belgeyan pêşkêş dike û berî niha reşnivîsa destûrekê ji Sûriyê re belav kir û dibêje ku divê mafê Kurd di Sûriyeya pêşerojê de bê parastin. Wezîrê Derve Sergey Lavrov bi zelalî dibêje, divê ji bo rewşa Kurdan bi Tirkiye û Sûriyê re biaxivin û Kurd û mafên wan ji terorê cuda bikin.

  

 

S. B