Çekdarên DAIŞê yên biyanî bê xewn dimînin

Çekdarên DAIŞê yên Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê derdikevin dibêjin, ew bi kiryarên DAIŞê hatine xapandin û niha ew poşman bûne.
kurdistan24.net

 

K24 – Baxoz

Çekdarên DAIŞê yên Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê derdikevin dibêjin, ew bi kiryarên DAIŞê hatine xapandin û niha ew poşman bûne.

Ev dawî karwana çekdarên DAIŞê ya ji bajarokê Baxoz derketiye û gihîştiye devera di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye. Piraniya kesên ku di dema dawî de ji Baxozê derdikevin, kesên biyanî ne û gelek jî ji Iraqê ne. kesên di vê karwanê de bi piranî birîndar in, lê tevî wê jî ew dibêjin ku tu girêdana wan bi DAIŞê re tune ye.

Kesê bi navê Mûsa Husên ji K24ê re got: “Ez li Iraqê du caran birîndar bûm, piştre jî beşdarî ti şeran nebûm. Me digot ew li ser rastiyê ne, lê em bi wan hatin xapandin û em gelekî poşman bûne.”

Kesekî din bi navê Dawûd Şîhan dibêje: “Ez mela bû, ne bi wan re bûm. Ez ji cihekî diçûm dihekî din. Ez li Felûcayê melayê mizgeftê bûm. Min dît heta ku ji aliyê li dijî wê rêxistinê ne neyim girtin û binçavkirin, min got divê ez li devera dewleta Îslamê lê heye bijîm.

Hejmara çekdarên DAIŞê û malbatên wan yên li cem HSDê roj bi roj mezintir dibe  û ev yek metirsiyekê li cem rayedarên Rêveberiya Xweser peyda dike û van çekdaran bi "bombeyên demkî" binav dike.

Hêzên Sûriyeya Demoratîk (HSD) dibêje, ta niha çarenivîsa çekdarên DAIŞê ne diyar e, bi taybet welatên ku endamên DAIŞê yên biyanî ji wan hatine, tu danpêdanê bi welatiyên xwe nakin.

Fermandê di HSDê de Ednan Efrîn ji K24ê re got: “Heta niha ev dosya nehatiye vekirin, lê piştî bidawîbûna DAIŞê helbet dê bê vekirin, ji bo ev kesên ji welatên derve hatine û di nava DAIŞê de cih girtine dê were nîqaşkirin, heta wê demê jî divê niha em giraniyê bidin hundirê Baxozê û em bi temamî bidawî bikin, piştî wê dê nîqaşa kesên biyanî bê vekirin.”

Tevî hejmara mezin ya malbatan ku rojane ji bajarokê Baxozê derdikevin, lê li gorî fermandarên HSDê dibêjin ku hîna hejmareke mezin jî mane û serkirdeyên DAIŞê yên xwedî biryar jî di nava tonelên di jêrzemîna bajêr de mane.