“Amerîka ji bo rûbirûbûna mîlîşyayên ser bi Îranê ve hêzê kom dike”

K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka ji bo rûbirûbûna mîlîşyayên ser bi Îranê ve yên li ser sînorê Iraq û Sûriyê bicih bûne, hêzeke zêdetir ji Îsraîl û Urdinê şandiye Iraqê.
Li gor raporteke malpera “DEBKAfile ” a Îsraîlî, Amerîka roja 6ê vê mehê hêzek ji Îsraîl û Urdinê şand Iraqê, ji bo rûbirûyî mîlîşyayên ser bi Îranî ve yên li ser sînorê Iraq û Sûriyê bicih bûne, bibe.
Malpera “Debka” ku nêzîkî Îstixbarata Îsraîlê ye belav kir jî, hêzên Amerîka yên li Kendava Erebî, başûrê Ewropa û Bulgaryayê ne ketine rewşa amadehiyê, ji bo ber bi Iraqê biçin û rûbirûyî hêz û mîlîşyayên ser bi Îranê ve yên li ser sînorê Iraq û Sûriyê ne, bibin.
Aşkere kir jî, roja 6ê vê mehê kelûpelên leşkerî bo Iraqê hatin veguhastin, bi astekê ku amade ne ji êrîşê re.
Wê malpera Îsraîlî nivîsiye: “Diyartirîn grûpên ku Amerîka dixwaze wan armanc bigire, ketîbeyên Hizbulah û Asayib Ehiluheq in.”
Fermandariya Navendî ya Amerîka jî dibêje, belavbûna mîlîşyayên ser bi Îranê ve li wê navçeyê ji bo hêzên Amerîkî yên li rojhilatê Firatê, başûrê Sûriyê û binkeyên wan ên nêzîkî sînorê Iraq û Sûriyê, gef û metirsî ne.
US military buildup in Iraq via Israel and Jordan ready for clash with pro-Iranian Iraqi militias - https://t.co/hcnveuvQdU pic.twitter.com/pHfr8ctT2C
— DEBKAfile English (@debka_english) March 9, 2019
S. B