Serokê Îranê gihîşt Bexdayê

Îro Serok Îranê Hesen Rohanî bi serdaneke fermî gihîşte Bexdayê û biryar e sê rojan li Iraqê bimîne û ligel berpirsên Iraqê pêwendiyên di navbera her du welatan de guftûgo bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Serok Îranê Hesen Rohanî bi serdaneke fermî gihîşte Bexdayê û biryar e sê rojan li Iraqê bimîne û ligel berpirsên Iraqê pêwendiyên di navbera her du welatan de guftûgo bike.

Pêştir Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di konferanseke rojnamevanî de armanca serdana Rohanî aşkere kir û ragihand, armanc ji serdana Hesen Rohanî bihêzkirina pêwendiyên di navbera Tehran û Bexdayê de ye.

Zerîf da zanîn, rewşa aloz ya Sûriyê jî tewerke din a civînên di navera aliyên Îranê û Iraqê de dibe.

Herwiha aşkere kir, di serdana Rohanî de pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera her du welatan de ji wan jî pirsa transîtê, wize, xalên sînorî û çend babetên din tên gotûbêjkirin.

 

S. B