Siyasetmedarê Kurd Selim Sadak hat girtin

Siyasetmedarê Kurd û endamê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selim Sadak şeva bûrî hat girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedarê Kurd û endamê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selim Sadak şeva bûrî hat girtin.

Selim Sadak ku parlamenterê berê yê bajarê Şirnexê bû, pişti 15 salan ligel Leyla Zanayê hatibû ceza kirin, niha di nav Kongreya Civaka Demokratîk de kar dike.

Hat zanîn, Selim Sadak bi bihaneya beşdarî bangeşeya hilbijartinan ya Rihayê bûye û poropagandeya “terorê” kiriye, tê tawanbarkirin.

Endamê Dîwana KCDê Selim Sadak, duhî derengê şev ji mala xwe hate birin û di heman deme de jî hate dadgehkirin û bo zindana Rihayê hat birin.

 

S. B