Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir

Îro Şêwirmendê Civata Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiye Sedat Onal û şand a pê re kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê hêviya serkeftina Mesrûr Barzanî di Kabîneya Nû û pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî ligel herêma kurdistanê dixwaze.

Îro Şêwirmendê Civata Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiye Sedat Onal û şand a pê re kir.

Di wê dîdarê de, dawî pêşhateyên navçeyê û pêwendiyên dûalî, hewl û pêngavên Kabîneya Nû ya Hikûmeta herêma Kurdistanê û pirsên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî,  daxwaza herêma Kurdistanê di pêşxistina pêwendiyên di navbeyna Tirkiye û herêma Kurdistanê de,  di hemû waran de tekez kir. Bi şêweyekî, ku di berjewendiya her dû aliyan de be û xizmeta aştî û aramiyê bike. Ji alî xwe ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî di serokatiya Kabîneya Nû ya Hikûmeta herêma Kurdistanê de  xwest û daxwaza welatê xwe di pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî ligel herêma Kurdistanê wek cîranekî û dergehî ji navçeyên din yên Iraqê re, anî ziman.

Herweha pêşhateyên navçeyê, rewşa asayişa navçeyên sînorî û rola kompanyayên Tirkiyê li herêma Kurdistanê tewerek din ê civînê bûn.

 

 

 

C.B