Mogherini: Hevkariyê bi welatên koçberên Sûrî hewandine dikin

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê li Brûkselê de derbarê rola Herêma Kurdistanê bo hevkariya koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de ragihand, ew hewl didin hevkariya hemû hikûmet û welatên ku koçberên Sûrî hewandine bikin û ji bo ew hikûmet bikarin bi hevkariya koçberên Sûrî de berdewam bin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê li Brûkselê de derbarê rola Herêma Kurdistanê bo hevkariya koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de ragihand, ew hewl didin hevkariya hemû hikûmet û welatên ku koçberên Sûrî hewandine bikin û ji bo ew hikûmet bikarin bi hevkariya koçberên Sûrî de berdewam bin.

Bi beşdariya wezîr, berpirs û nûnerên dora 85 welatên cîhanê li Brûkselê kongreyek ji bo dabînkirina hevkariyan ji Sûriyan re û aktîvkirina hewlên bo dîtina çareseriyê ji krîza Sûriyê re birêve diçe.

Peyamnêrê K24ê li Brûkselê Barzan Hesen ji Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini pirsî: Li gor zanyariyan nêzîkî nîv milyon koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî li Herêma Kurdistanê ne, ma wek Yekîtiya Ewropayê ti plan heye ji bo hevkariya hikûmet û wan koçberan?”

Federica Mogherini bersiv da û got: “Hevkariyên li vê konferansê kom bibin ji bo hemû koçberên Sûrî ne, ne tenê li navxweya Sûriyê, belkû ji bo hevkariya welatên cîran ku hejmarek mezin ji koçberên Sûrî hewandine jî, bi taybet Lubnan, Urdin û Tirkiyê, lê hevkarî ji bo welatên Iraq û Misrê jî dibin û dixwazim bibêjim ku hevkariyên me berdewam dibin. Min serdana wan welatên pêşwazî li koçberan dikin kiriye û dizanim çi pêwîstiyan wan bi hevkariya civaka navdewletî heye, bo bikarin hevkariyên wan ji koçberan re berdewam bin.”

Derbarê çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê jî li Konferansa rojnamevanî de got: “Niha rewşa heyî ya li Sûriyê hatiye guhartin, li ser erdê hevkêşe jî hatine guhartin, serkeftina di hin şeran de asayî ye, lê nayê wateya ku êdî pêwîstiya Sûriyê bi çareseriya siyasî tune ye.”

Federica Mogherini red kir jî ku di nava Ewropa de nakokî li ser pirsa Sûriyê hebe û got: “Hemû welatên Ewropayê li ser wê yekê hevnerînin ku pêwîstiya Sûriyê bi çareseriya siyasî heye.

 

 

S. B